Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevgirtina Şetrencê ya Navnetewî Nehişt Jinên Trans Beşdarî Çalakiyan Bibin


Wêne ji Lîga Şetrencê ya Cîhanî li Îmaratên Erebî
Wêne ji Lîga Şetrencê ya Cîhanî li Îmaratên Erebî

Duşemê 14 Tebaxê Hevgirtina şetrancê ya Cîhanê -Fide-li Lozanê – Swîsreryê biryar da ku jinên transgender (Regezguher) nikarin beşdarî pêşbezî û çalakiyên jinan yên fermî bibin, ta ku lêkloînin di rewşa wan bê kirin ji aliyê berpirsan de.

Ev biryar bû cihê rexnek tûj ji aliyê girûp û berevanên mafên guherîna regezî li cîhanê .

Biryara Lozanê ya Federasyona Fîde ya ku navenda wê li Swîsreyê ye roja Duşemê hat weşandin û bû sedema rexneyên komên parêzvan û alîgirên mafên transgenderan.

Ji aliyê xwe ve Fide got ku ew û endamên hevgirtinê, gelek daxwaz wergirtine ji bo pênasînê bi jinên trans bike û rê bidin wan ji bo beşdarêbûnê, lê hîna lêkolînê dikin ka wê çawa beşdar bibin û vê pirsgirêkê çarese bikin.

Her wiha jî wê got "Guherîna zayendê guherînek e ku bandorek girîng li ser rewşa lîstikvan di paşerojê de dike, ji ber vê yekê ew tenê dikare beşdar bibe heke delîlekî arstbîn bê nîşan dan".

Ya din jî rewş dikeve bin bandora guherîna regezî ji nêr bibe mê wê demê ew nabe ku beşdarî lîstkan û pêşbeziyên fermî yên Fide bibe.

Ev pirsgirêk roj bi roj berfirehtir dibe û derbasî yasayên navnetewî bibe, da ku mafê van kesan biparêzin û rola wan di nav werzişan de bihêlin li gorî daxwazên wan yên rewa.

XS
SM
MD
LG