Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Dijî Koçberên ku ji Rûsya Tên Ser Sînorê Wê Alîkarîya YE Dixwaze


Serokwezîrê Fînlandîya îro Petteri Orpo îro Înê got ku Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo sekinandina pêla koçberîyê ya ji Rûsya tê alîkarî bide welatê wî.

Orpo bi Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen re serdana sînorê Rûsya kir û li wir got ku ew dijî pêla koçberîyê hazirî dikin, lê pêdivîya wan bi tedbîrên YE jî heye.

Von der Leyen jî dîyar kir ku ew Komîsyona Ewrupa bi welatên koçberan re dixebite û YE helwesta Fînlandîya jî rast dibîne.

''Tiştê em dibînin dewletek jibo zextê li dewleteke din bike mirovên xizan bi kar tîne ku ew jî bi awayekî eşkere fikarên ewlekarîyê çêdike.''

Wê got ku divê tedbîrên dijî koçberên ji Rûsya tên dema berevanîya sînoran dikin berpirsîyên navneteweyî binpê nekin.

Fînlandîya sala borî jiber zêdebêna koçberên ji welatên wek Sûrîye û Somalî sînorê xwe yê dirêj yê bi Rûsya re girtibû û Moskow sûcdar kiribû ku ew koçê li hember wê û YE wek çek bi kar tîne, lê Kremlîn vê îdiayê red dike.

Hikûmeta Fînlandîya niha ser qanûnên Polonya û Lîtvanya yên jibo sînorê Belarûsê dixebite.

Ew hikûmet bernivîseke wisa hazir dike ku destûr dide parêzvanên sînor ku rê li ber koçberên ji Rûsya tên bigirin û nehêlin ku ew bikevin welêt.

XS
SM
MD
LG