Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gulîzer Gerdenzerî: Yekem Car Em Filmên Kurdî Pêşkêşî Xelkê Rûsiya Dikin


Yekemîn Festîvala Filmên Kurdî li Moskow destpê kiriye ku di 21 Tîrmehê de ta 25ê Tîrmehê berdewam dike. Festîval li hola Sinemayê Karo Oktyabr bi fîlmê `Keçên Rojê` ya derhênera jin ya frensî Eva Hasson vebû û wê di roja 25 Tîrmehê de jî bi fîlmê `Xaniyê Bê Ban` yê derhînera jin Solîn Yûsif bi dawî bibe.

Ev du sal bûn ku Moskowa paytexta Rûsyayê li benda Yekemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê bû.

Di Festîvalê de 35 fîlm hene ku 20 kurt in û 15 dirêj in. Fîlmên çîroksazî û belgefîlm jî di nav de hene.

Festîval ji aliyê Berfîn Design Group ve hatiye rêxistin, Wezareta Kulturî ya Rûsî jî piştevanî daye vê festîvalê û ew pesend kiriye.

Gulîzer Gerdenzerî, Seroka Berfîn Design Group û Rêxera Festîvalê ji Dengê Amerîka re got: "Ev Festîval gavek mezin bû ji bo kurdên Rûsiya ku çanda xwe bi welatiyên rûsî re bidin nasîn."

Hevpeyvîna Gulîzer Gerdenzerî-7-24-2021-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:58 0:00


XS
SM
MD
LG