Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Imran Mensûr Behsa Girjiyên Frensa Û Tirkiyê Dike


Macron-Erdogan-Merkel
Macron-Erdogan-Merkel

Axaftinên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser serokê Frensa Emmanuel Macron, bûn cihê nerazîbûna Frensa û nivîsgeha Macron got ku Frensa ji bo vê yekê, balyozê Tikiyê xwestîye.

Erdogan di axaftina xwe de gotibû ku Macron pêwîstî bi “taqîkirina saxlemîya derûnî” heye, li dor helwesta wî ya di derbarê Îslamê û misilmanan de.

Parêzer Imran Mensûr di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa vê mijarê kir û got ku axaftinên Erdogan ziyaneke mezin gihandin pêwendîyên herdu welatan.

Wî got "Macron dijî Îslamê tiştek negotiye...wî gotiye ku Îslam di astengiyekê de ye û divê em binêrin çawa çareser bikin. Ev jî ne tiştekî nû ye."

Mensûr ku li Parîsê dimîne, di dirêjiya axaftina xwe de behsa wergerandina van girjiyên dawî di navbera Frensa Tirkiyê de li ser erdê dike û herwiha pîvanên nêzîkbûna mijara terorê li Frensa dinirxîne.

Hevpeyvîna Imran Mensûr
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:05 0:00


XS
SM
MD
LG