Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîs Kampeke Xwepêşanderên Alîgirên Filistîniyan li Zanîngeha GW Radike


Polîsek li zanîngeha George Washington kampa xwepêşandanên xwendekaran yên jibo aligirîya Filistîniyan dişopîne.
Polîsek li zanîngeha George Washington kampa xwepêşandanên xwendekaran yên jibo aligirîya Filistîniyan dişopîne.

Polîsê Metropolê yê paytexta Amerîkayê roja Çarşemê ragihand ku 20 xwendekarên ku li zanîngeha George Waşîngtonê ji bo piştevaniya Filistîniyan xwenîşandan kiribûn desteser kirin û meydana rûniştinê bi temamî ji xwepêşanderan hat valakirin.

Polîs li qada rûniştinê piştî ku xwepêşander hatin derxistin, bi cih bûn û saziyan jî dest bi paqijkirina cihê xwepêşanderan kirin.

Polîs dest bi rakirina kampê kirin çend seatan piştî ku bi dehan xwepêşander cihê xwe berdan û ber bi mala seroka zanîngehê Ellen Granberg ve meşiyan.

Li gorî GW Hatchet, rojnameyek serbixwe ku ji hêla zanîngehê ve tê weşandin û ji hêla xwendekaran ve tê rêvebirin got, "Efserên polîs hişyariya sêyemîn û dawî da xwepêşanderan ku derdora 03:30 danê sibê ji Qada U û Kolana H li derkevin. Yê ku bimîne dê were girtin."

GW Hatchet dibêje bi sedan polîsên bajarê mezin ketine hatine kolana H û kampa xwepêşanderan, jiber ku êrişî ser polîsekî hatiye kirin, sibeya roja Çarşemê polîsan hebûna xwepêşanderan bidawî anîye bi dehan xwepêşander binçav kirine.

Rayedarên zanîngehê di daxuyaniyên xwe de hişyarî dan ku hîn zêdetir xwendekarên beşdarî xwepêşandan bibûn bên rawistandin.

daxyunaiya berî ya zanîngehê gotbû ku "Tevî pabendbûna zanîngehê bi parastina mafên xwendekaran di azadiya ramanê de, kampa zanîngehê veguherî çalakiyek neqanûnî, û beşdar bi awayekî rasterast ew çalakî li dij rêziknameya zanîngehê û rêbazên ewlehiya bajêr e."

Medya ji organîzatorên xwenîşandanê re ragihand ku hin xwepêşander bi ava şîdet û bîberê hatin reşandin, di heman demê de polîsan nehiştin derbasî kampê bibin û nêzîkî 30 kes girtin.

Alozî di pevçûnên bi xwenîşanderan re li kampusên li zanîngehên seranserê Amerîka û li Ewrûpayê zêde dibe, piştî ku nêzî sê hefte bi armanca rawestandina şerê li Gazayê xwendekaran dest bi xwepêşandan kirîye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku daxyunaiyên zanîngeha di peyamên xwe de bang li xwepêşanderan kirin ku dê çalakiya wan dê bandorê li ser rewşa xwendinê bike û herwiha dê amadekariyên merasîmên derçûna salane ya xwendekaran asteng bike.

XS
SM
MD
LG