Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê bi Navê Qubad Talebanî: Hevdîtina Qubad Û Fîdan Erênî Bû


Hakan Fîdan û Qubad talebanî
Hakan Fîdan û Qubad talebanî

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro Pêncşemê li Hewlêrê ligel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.

Peyvdarê fermî yê Cîgirî Serokwezîrê ‌‌‌‌‌ ‌‌‌‌Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji Dengê Amerîka re got, hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Qubad Talebanî bi şêwke baş derbaz bû û her du alî li ser nebaşbûna pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê gotûbêj kirin.

Semîr Hewramî, Peyvdarê Qubad Talebanî got "Qubad Talebanî bi Wezîrê Derve yê Trikiyê re behsa rewşa siyasî û aborî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kirîye û gotiye têkilî ne di asteke baş de ye, di mijara bûdceyê de pirsgirêk hene û heta niha jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Yek ji wan sedeman jî nebûna yekrêziya Kurdan li Bexdayê ye".

“Rast e yasaya bûdceyê hatiye pesendkirin, lê Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi awayekî cuda şîrove kirine, lewma pirsgirêk nehatine çareserkirin."

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di civîna bi Hakan Fîdanî re behsa daxistina firokxana Silêmaniyê jî kirye.

Hewramî got, "Li ser girtina balafirxaneya Silêmaniyê û hemû pirsgirêkan gotûbêj kirin. Encama civînê erênî bû û derbarê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê li hev kirin."

Hewramî her wiha got: "Di civîna Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Tirkiyê de behsa çawaniya şerê li dijî madeyên hişber jî hatiye kirin."

XS
SM
MD
LG