Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nazim Debax: Şandina Hêzan bo Nav Axa Herêma Kurdistanê Dê Gava Dawî ya Îranê Be


Nazim Debax, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê
Nazim Debax, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê

Nazim Debax, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê dibêje, Îran daxwaza derxistina partiyên Kurd yên opozisyona welatê xwe, ji Herêma Kurdistanê dike, weke çawa ku Mucahidînên Xelq ji Iraqê hatin derxistin, lê zehmet e Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê daxwazê bi cih bîne.

Debax amaje bi wê yekê dide ku Îraq dê li dijî partiyên kurdî bi Îranê re hevahengiyê bike.
"Îran dixwaze hêzên Kurdî mîna Mucahidên Xelq derbixe, lê bi baweriya min hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel bisînor kirina çalakiyên wan e, eger ku partiyên kurdên Îranê pêgir bi biryarên Îraqê nebin, dê helwesta li hember Mucahên Xelq heman helwest li hember wan jî dê dubare bibe."


Mihemed Baqerî Serfermandarê Artêşa Îranê roja Sêşemê gef xwarbûn û got ku eger heta 22/09/2023ê ew hêzên li herêmê neyên jiçek kirin û çalakiyên wan neyên rawestandin, ewê opreasyoneke "tundtir" li dijî partiyên kurdî yên opozîsyonê li Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê got, ew gef metirsîdar in ji ber ku hêza Îranê heye û ligel Iraqê rêkeftinek heye.

"Dibe ku Îran dîsa dest bi bombebarankirina baregehên partiyên kurdî bike."

Nazim Debax ketina hêzên bejayî yên Îranê ji bo êrîşkirina ser baregehên partiyên Kurdistanî hêsan nabîne û got, "Şandina hêzên bejayî yên Îranê dê gava dawî be."

Di Îlona 2022’an de Îranê gelek caran baregehên partiyên Kurdên opozîsyonê yên li derdora Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê bombebaran kirin. Di encamê de hejmarek pêşmerge hatbûn kuştin û birîndar bibûn.

Partiyên Kurdên Îranê yên opozisyon dev ji çek bernadin û dibêjin wan çek hilgirtine ji bo parastina xwe û baregehên xwe.

Dabax got "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikarin çalakiyên wan sînordar bikin daku li kampan bimînin û tenê çalakiyên çandî, siyasî û civakî bikin."

Gefên Îranê li dij partiyên Kurdî di demekê de ye ku berpirsên wan partiyan tekezî li ser parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê dikin û red dikin ku ji Herêma Kurdistanê ew ewlekariya Îranê têk didin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê li dor redkirina daxuyaniyên partiyên Kurdî yên Îranê got "Duman bê agir nabe".

Karbidestên ewlekarî yên Îran û Îraqî çendîn car li hev kom bûne û tekezî li ser parastina sînorên di navbera her du welatan de kirine.

Dema ku givaştinên Îranê li dij Hikûmeta Herêam Kurdsitanê bo bêçekirina partiyên Kurdî zêde dibin, di nava heftiyekê de 3 şervanên Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê (HDKI) li Herêma Kurdistana Iraqê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG