Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Desthilata Sîyasî bo Serketina Hilbijartinê Êrîşî Kurdan Dike


Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)
Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan radigihîne ku ewê di gaveke herî nêz de hemberî bakurê Sûrîyê dest bi operasyona bejayî bikin.

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna Meclîsa Partîya xwe de got ku AKP û MHP bi armanca serketina hilbijartinê dijî Kurdan şer daye destpê kirin.

Buldan got ku AKP û MHP wê di vê armancê de bi ser nekevin.

Desthilatîya Tirkîyê piştî peqîna Stenbolê ya 13’ê Mijdarê yekser dijî Bakurê Sûrîyê û Herêm Kurdistana Îraqê dest bi êrîşên esmanî kiribû.

Lê, desthilatî dibêje ku ewê êrîşên xwe bi operasyonên bejayî jî bidomînê, lê HDP’ê hember van operasyonan bertêkên tund nîşan dide.

Herî dawî Pervîn Buldan di civîna Meclîsa Partîya xwe, helwesta Tirkîyê ya di warê operasyonan de nîrxand û bi rengekî tund sîyaseta desthilatîyê rexne kir.

“Tifaqa AKP û MHP di rewşeke gelek çewt daye. Ew dixwazin ku li hemberî Kurdan operasyona çêkin ku di hilbijartinê de serkeftî bibin û emrê xwe dirêj bikin. Ev hemû hewildanên wan gelek baş tê dîtin.”

Buldan, teqîna Stenbolê jî wek hinceta van operasyona nîşan da û dîyar kir ku desthilatî tengasîyê ku ketîye nav dixwaze bi şereke ser Kurdan safî bike.
Hevseroka HDP’ê Buldan vê sîyaseta AKP û MHP wek hilweşîneke mezin bi nav dike.

“Eva çendîn roje ku operasyon têne çêkirin. Di van operasyonan de tenê kesên sîvîl namirin, jîngeh jî pêra tune dibe. Ev yek wênaya AKP û MHP’ê ye. Pêwendîya m wê ti carî bi wêneyeke wiha re nebe.”

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mahfuz Guler jî Dengê Amerîka re got operasyon wê jîyana AKP û MHP dirêj neke.

“Armanca desthilatîyê xwe gelek baş dîyar dike. Her ku diçe dengê tifaqa AKP-MHP kêm dibe. Desthilatî aniha bi awayekî nîjadperest gel li der dorê xwe dixwapîne û jiber vê jî êrîşkirina hemberî Kurdan anî rojevê. ”

Guler bi berdewamî anî ziman ku tevî ku aniha ser Kurdan êrîşek xedar hebe jî wê b êencam bimîne.

“Aniha em dibinin ku li ser Kurdan êrîşek xedar heye. Lê, em bawer dikin ku ev nîjadperestîya AKP û MHP’ê wê dij bizivire û liwan bide.”

Wî herwiha destnîşan kir ku AKP û MHP’ê bi şera Rojava pêyvajoya hilbijartinê dane destpê kirin.

HDP vê operasyonê her çiqas wek êrîşeke dijî Kurdan bibîne jî, desthilatî vê yekê wisa dîyar nake.

Di rojên borî de Wezîrê Berevanîyê yê Tîrkîyê Hulisî Akar ragihand ku Kurd birayê wan in û got ku “Yên ku dibêjin operasyon dijî Kurdan tê çêkirin ew propagandaya reş dikin.”

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

HDP: Desthilatî Jibo Serkeftina Hilbijartinê Êrîşî Kurdan Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00
XS
SM
MD
LG