Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hedîye Yûsif Peymana Avakirina Herêmên Ewle û Raporta Guardian Dinirxîne


Hevseroka Meclîsa Damezrêner ya Federalîzma Bakurê Sûrîyê Hedîye Yûsif rojeva Kurdan, Bakurê Sûrîyê û Sûrîyê bi giştî ji Dengê Amerîka re nirxand.

Birêz Yûsif dibêje ku peymana navbera Rûsya, Tirkîyê û Îranê ku jibo avakirina herêmên ewle hatiye îmza kirin, ne jibo gelê Sûrî ye û tenê jibo berjewendîyên alîyên rêkeftinê ye.

"Rêkeftin qala herêmên ewle dike, lê Bakurê Sûrîyê ku cîhê herî ewle ye û xwedîyê sîstemeke rêvebirînê ye, nabîne. Loma jî ev rêkeftin ji gelê Sûrîyê re ti feyda nayîne."

Yûsif li ser raporta rojnameya Guardian ya ser daxuyanîyên wê jî dibêje ku rojnamê gootinên wê guhertine.

"Em ne xwedîyê planekê yan senaryokekê ne ku xwe bigehînin Derya Sipî û em ligel Amerîka jî tiştekî wiha nepeyvîye."

Yûsif derheqa çûyîna Kurdan ya Îdlib û Derêzorê jî dibêje ku sîstema wan beşeke ji Sûrîyê û ji ku derê Sûrîyê gel wan bixwaze ew amade ne.

"Jiber ku em û di warê leşkerî de jî HSD, hêzêke jibo tevahîya Sûrîyê ne, gel ji ku derê alîkarîya me bixwaze, Îdlib û Derêzor jî nav de, em amade ne herin wan deran."

Hedîye_Yusif_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:19 0:00

XS
SM
MD
LG