Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav Helîkoptera Gêrbûyî de Generalekî Tirk jî Heye


Karbidestên Tirk hîn hewil didin ku sedema ketina helîkoptereke leşkerî zelal bikin ku yek ji wan general, 13 kes tê de hatibûn kuştin.

Li gor ragihandina karbidestên Tirk, helîkoptera AS 532 Cougar li nêzî nahîya Şenoba ya Şirnexê xetên elektrîkê qelibîbû û gêr bûbû.

Medya Tirk radigihîne ku General Aydogan Aydin jî di ketina helîkopterê de hatiye kuştin ku wî di operasyonên dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de roleke girîng dilîst.

Aydin di operasyonên li bajarê Cizîrê û Nisêbînê û herwiha taxa sur ya Amedê bi rêve dibir ku ew hemî bûbûn qada şerên pir dijwar û gelek kes lê hatibûn kuştin û bi hezaran xanî hilweşîbûn.

Berê jî helîkopterên artêşa Tirk li herêmên Kurdan ketibûn xwarê û karbidestên Tirk gotibû ku sedemên wan teknîkî ne, lê bizavkarên Kurd îdia dikir ku şervanên Kurd ew anîne xwarê.

XS
SM
MD
LG