Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandar Cîhan Şêx Ahmed Ji Eniya Şer Bo "Hello Washington" Diaxive


Cihan Şêx Ahmed, Berdevka Operasiyona Xezeba Firatê û yek ji fermandarên HSDê
Cihan Şêx Ahmed, Berdevka Operasiyona Xezeba Firatê û yek ji fermandarên HSDê

Hêzên Sûriya Demokrat HSD"ê doh ragihand ku, hêzên wan dest bi qûnaxa Çaran ya operasiyona Xezeba Firat"ê kirîye, herweha çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov (SOHR) da zanîn ku şerên giran li herêma Tebqa û Reqqayê di qewimin.

Bernama Hello Washington xeleka vê carê jibo mijarên gerim li bakûrê Sûriyê û pêşketinên vê dawiyê li herêmê terxan kir.

Cîhan Şêx Ahmed yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û berdevka fermî ya operasiyona Xezeba Firat'ê tevlî bernama "Hello Washington" bû, C.Şêx Ahmed got"Niha ev dem jibo DAIŞ'ê qûnaxa berî mirinê ye", herweha da zanîn ku hebûna sivîlan li herêma şer û mînên çandî yên DAIŞ'ê astengên herî mezinin li pêşiya pêşdaçûnên hêzên HSD'ê .

Cîhan Şêx Ahmed got îro ez li kampa koçberan ya Eyîn Îsa bûm, dayikek koçber weha got "Eger em li van kampan, birçî, tî û tazî jî bimînin, jibo me rehme, li şûna zûlim û zprdariya DAIŞ'ê yak u biserê me anî".

Siyasetvanê Kurd Saadadîn Mele
Siyasetvanê Kurd Saadadîn Mele

Herweha siyasetmedarê Kurd Saddadîn Mela jibo bernama Hello WashinGTON got"Pêwîste hêzên Amerîkî li sivîlan dîqat bikin, da ku welatên li herêmê yên weke Tirkiyê, Îran û hêzên din vê bikar neî'nin".

Temamiya Bernamê guhdarî bike.

XS
SM
MD
LG