Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye jibo Du Parlementerên Din yên HDP'ê Biryara Girtinê Dide


Geveri û Botan
Geveri û Botan

Dadgeha dewleta Tirkîyê îro Înê jibo du parlementerên din yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) biryara girtinê da.

Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê, di rûniştina duyê ya parlementerên HDP'ê yên Wanê, Adem Geverî û Lezgîn Botan de, biryara girtinê da û jibo wan qedexeya derketina derveyî Tirkîyê anî.

Geverî û Botan jiber ku neçûbûn rûniştina yekê, dadgehê jibo her duyan anîna bi darê zorê dabû. Di rûniştina duyê jî her du parlementer ne hazir bûn. Parêzerên parlementeran ji dadgehê xwest ku biryara anîna bi darê zorê rabe, lê dadgehê ev daxwaz red kir û biryara girtinê da.

Serdozgerîya Komarî ya Wanê, piştî li Tirkîyê parêzbendiya parlementeran hat rakirin, jibo Geverî û Botan dest bi lêpirsinê kiribû.

Di îdînameyê de, jibo Botan jiber ''propagandaya rêxistina terorî'' , 'endambûna rêxistina çekdar'' û ''bi eşkereyî azirandina jibo sûcê'' ji 11 heta 40 sal; jibo Geverî jî jiber heman tawananan, heta 35 salan cezaya zindanê hatibû xwestin.

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 11 parlementerên HDP'ê girtî ne.

XS
SM
MD
LG