Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kemal Kerkûkî: Em bo Rewşa di Hilbijartinên Taybet de ku Hat Serê Me Nîgeran in


Kemal Kerkuki
Kemal Kerkuki

Kemal Kerkûkî, Berpirsê Ofîsa Rêxistinên Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk û Germyanê ji Dengê Amerîka re got, ew ji rewşa hilbijartinên taybet nîgeran in, ji ber ku wê rojê gelek fermandarên wan nikarîbûn dengên xwe bidin.

"Em nikarin li we veşêrin ku em hemû dilgiran in li ser rewşa ku hat serê hemû dilsozên Kurd, ku fermandeyan nekarîbûn di 16ê vê mehê de bi rêkûpêkî dengê xwe bidin. Me hewl da ku em wan aram bikin."

Kerkûkî dîyar kir ku "bêxemî" hebû û got, "Niha birayên me yên li Komisyona Bilind ya Hilbijartinan, Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Kerkûkê hewl didin sedeman vekolîn bikin. Em li benda encaman dimînin, bizanin ka encam çi bin û sedem çi ne?"

Li gor Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê, rêjeya beşdariya dengdanê di hilbijartinên parêzgehan de li seranserê Iraqê gihîştiye ji sedî 38.

Di 16ê Kanûna Pêşîn de, hilbijartinên hêzên ewlehiyê û koçberên navxwe ji bo hilbijartina endamên encûmenên parêzgehên Iraqê hatin lidarxistin.

Di dengdana taybet de yek milyon û 2393 endamên hêzên ewlehiyê û 48 hezar û 260 penaberan mafê dengdanê hebû.

Îro Duşemê jî hilbijartinên giştî yên parêzgehan destpê kir û heta niha jî berdewam dikin.

Hilbijartinên her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê dê neyên kirin, lê Kurd û pêkhateyên din di hilbijatinên Kerkûkê de ketine pêşbaziyeke germ.

Kerkûkî got: "Ez bawer im xelkê Kerkûkê dê dengê xwe bidin wê partiyê ya ku dizanin dê mafên wan biparêzin."

Herwiha li parêzgehên Mûsil, Kerkûk, Diyala û Selahedînê YNK û PDK bi awayekî cuda beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bûn. Ev yek ji bilî hebûna çend lîsteyên din yên Kurdî li wan deveran.

Guhdariya hemî hevpeyvînê bike.

Hevpeyvîn Kemal kerkukî.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00
XS
SM
MD
LG