Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amadekarîyên Derxistina 250 Malbatên Îraqî yên Daişê ji Kampa Holê


Jêderek ji rêveberîya kampa Holê li Bakurê Rojhilata Sûrîyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re got ku rêvebirîya kampê amadekarîyên derxistina hejmareke nû ya malbatên Îraqî ji kampê dike.

Jêderê got, "Geşta nû ji 250 malbatên Îraqî pêk tê, ewê ji kampa El-Cedaa ya li Mûsila Îraqê re bên veguhestin."

Ji destpêka sala 2024'an ev koma duyê ya malbatên Daişê yên Îraqî ye ku dê ji kampa Holê derkevin.

Geşta nû ya malbatên Îraqî ji 620 kesan pêk tê, ku dê di bin çavdêrîya Koalîsyona Navdewletî û bi hemahengîya ligel Rêvebirîya Xweser û hikûmeta Îraqê de bêne veguhestin.

Roja 9'ê Adara îsal, koma herî dawî ya malbatên Îraqê ku ji 150 malbatan pêk dihat ber bi Îraqê ve hatin şandin.

Li gor amarên rêveberîya kampa Holê ji Gulana 2021'an, heya dawîya Adara 2024'an, 2000 malbatên Îraqî ji kampa Holê ber bi Îraqê hatine veguhestin.

Amar nîşan didin ku li kampê 6,400 malbatên Îraqî ku 22 000 kes in, mane, piranîyan wan zarok in, û temenên wan di navbera salekê û 17 salan de ne.

Li gor karbidestên Rêvebirîya Xweser, tevî hemû bangên hişyarîyê ji alîyê wan û ji alîyê NY û Koalîsyona Navdewletî ve derbarê metirsîyên niha û yên pêşeroja kampa Holê, lê projeya çareserkirina pirsa DAIŞê û malbatên wan bi wayekî giran bi rê ve diçe

XS
SM
MD
LG