Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Tundûtûjîya li Kenya Gefan ser Hilbijartinan Dike


Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan, Human Rights Watch bang li Kenyayê dike ku dawî li zêdegavîya mafên mirovan bike û reformên sîyasî jî cîh bîne, berî hilbijartinên giştî ya li meha Adarê.

Çavdêrîya Mafên Mirovan di raporteke de ku îro Înîyê li New Yorkê hat weşandin, hişyarî da ku girjî û alozîya li seranser welêt, dikane tundûtûjîya heyî zêde bike û gefan li ser pêkanîna hilbijartinan bike.

Piştî qanûna bingehîn ya nû ku li sala 2010’ê hatibû pejirandin, cara yekê ye hilbijartin têne kirin.

Piştî hilbijartinên cara dawî, li sala 2077’an gelek tundûtûjî derketibû û dora 1300 kes di pevçûnaên de hatibûn kuştin û 650.000 keseên din jî bê cîh û war mabûn.

Çavdêrîya Mafên Mirovan hişyarî dide ku grubên li seranser Kenya xwe çek dikin, jiber îhtîmala derketina pevçûnên nû di hilbijartinan de.
XS
SM
MD
LG