Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Li Bajarokê Holê 2 Berpirsên Darayî yên DAIŞ’ê Hatin Girtin


Dîmeneke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî
Dîmeneke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Çarşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku yekîneyên taybet yên hêzên wan û hêzên koalîsyona navneteweyî li rojhilata li bajarokê Holê operasyoneke hevpar darxistine.

HSD’ê dîyar kir ku di operasyona taybet ya doh sêşemê bi şev de, 2 berpirsên darayî yên rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatine desteser kirin.

Di daxuyanîya HSD’ê de hat ragihandin ku ev 2 kesana karê veguhestina dirava bo nava kampa Holê dikirin û ew girêdayî rêberên rêza yekê û duyê yên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê bûn.

HSD’ê da zanîn ku berîya operasyonê agahîyên di derbarê van du kesan de, bi baldarî hatin berhev kirin, jiber ku ew di hêsankirina veguhestina diravan bo çekdarên DAIŞ’ê de, erkdar û çalak bûn.

HSD’ê bi berdewamî got ku hêzên wan malên û ofîsa van her du kesan kontrol kirine û herwiha li ofîsa wan ku wek cîhê pevguhertina diravan dianîn de, alav û belgeyên di destê wan de hatine bi dest xistin.

Jêderekî ji HSD’ê ji Dengê Amerîka (VOA) re eşkere kir ku çekdarên ku di operasyna nava kampa Holê têne girtin, bo endamên DAIŞ’ê yên li derveyî kampê ser hêzên ewlekarîyê, agahîyên girîng berhev û parve dikin.

Dîmeneke ji opearsyona Hêzên Sûrîya Demokratîk li Kampa Holê
Dîmeneke ji opearsyona Hêzên Sûrîya Demokratîk li Kampa Holê


Şopîner bawer dikin ku egera girtina rêberên rêza yekê ya DAIŞ’ê yê nava kampa Holê wê bo HSD û Koalîsyonê ser rexistina tundrew derfeta peydakirina agahî û têgihiştenek berfireh bide.

Hêjayê gotinê ye ku ji 25 Tebaxê de heya dema amadekirina vê raporê hêzên ewlekarîya hindurîn (Asayîş), ev 25 roj in li kampa Holê operasyona ewlekarîyê rêve dibin; bi bi piştîvanîya HSD û Koalîsyonê.

Li gor pêzanînên fermî yên Asayîşê di çarçoveya operasyonê de heya niha bêtirî 160 kes hatine girtin û hatiye piştraskirin ku tevahîya wan kesana çekdarên şaneyên DAIŞ’ê ne.

Herwiha ev bû cara yekê ye ku li derveyî kampê - bajarokê Holê- dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyoneke hevbeş hat kirin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Du berpirsên diravî yên Daişê li Holê hatin girtin.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:43 0:00
XS
SM
MD
LG