Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akterê Rêzefilma 'Fauda' Îdan Amêdî li Gaza Birîndar Bûye


Dîmen ji Rêzefilma Fauda
Dîmen ji Rêzefilma Fauda

Mediya Îsraîlê û mediya civakî ya Civak Kurdên Îsraîlê êvariya roja Duşemê ragihandin ku akter û muzîkjenê ji esil Kurd yê Îsraîlî Îdan Amêdî di dema xizmeta leşkerî de li Gazayê bi giranî birîndar bûye.

Sitranbêja Kurd-Îsraîlî Hadassa Yesharun ji Dengê Amerîka re got ku Îdan li çend cîyan di laşê xwe de bi perçeyên bombe û teqemeniyê birîndar bûye û niha ew li nexweşxanê tê dermankirin û ji xeterîya mirinê rizgar bûye.

Kanala 12 yê Îsraîlê jî tekez kir ku Îdan bi giranî birîndar bûye, derdora seat 4ê êvarî ya roja Duşemê bi helîkopterê ji Gazayê ew gihandîye navenda pizîşkî ya Sheba li Tel Hashomer.

Îdan piştî êrîşa milîtanên Hamasê ya 7ê Cotmehê bo ser Îsraîlê weke leşkerê Îhtîyat di yekîneke endaziyariya leşkerî de xizmet dikir û kete di xizmeta leşkeriya atrêşa Îsraîlê de.

Medya Îsraîlê li gorî Yigal Amêdî bavê Îdan radigîne ku nûçeyeke xweş derbarê lawê wî Îdan de heye û ew ji neştegerîyeke metirsîdar rizgar bûye û niha hişyar e.

Medya Îsraîlê dibêje ku dema leşkerên tabura Yiftah li herêma Şejaiya ya li Gazayê ku Îdan yek ji wan leşkeran bû, dixwestin binesazî û deriyên tunelên milîtanên Jîhada Îslamî û Hamasê kontrol bikin, birîndar bûye.

Îdan di rêzefîlma navdar "Fauda" de ku ji aliyê "Netflix", de dihat weşandin rolê serekî de dilîst.

The Hollywood Reporter nûçeyek derbarê birînarbûna Îdan Amêdî de dinivîse û dibêje ew di şerekî de li Gazayê birîndar bûye û birîna wî giran e.

Dengê Amerîka derbarê birîndarbûna Îdan xwest bi malbata wê re têkilî deyne, lê wan nrxwest derbarê rewşa wî tiştek bêjin.

Dahênerê Fauda û heval û hevkarê Îdan, Lior Tzur ku di rêzefilma Fauda de rola Doron Kabilio dilîst di hesaba Fauda ya X'ê de derbarê birîndarbûna Îdan peymaey weşand.

"Em dixwazin bi her kesî re parve bikin ku Îdan li Gazayê birîndar bûye. Îdan yek ji mirovên herî jêhatî, dilgerm û sozdar e ku ji alîyê me hemûyan ve tê hez kirin. Hezkirina wî ya muzîkê beşeke pir taybet yê koma me ye. Werin em bi hev re jibo şîfaya wî lav û duayan bikîn," Tzur got.

Îdan di hesabê 'Fauda Official' ya X de peyameke videoyî weşandibû û gotibû ku ew wekî leşkerê yedek (îhtîyat) bo xizmeta artêşa hatiye bang kirin.

"Hun dibînin ku niha cilên min hinekî cûda ne û ev ne dîmeneke rêzêfîlma 'Fauda' ye, ev rastîyekee," Îdan gotibû.

Di heman rojê de di platforma X de, kesekî bi navê Hassan Naqvi payemek weşand derbarê leşkeriya Îdan û got "Stranbêjê Kurd Îdan Amêdî, stêrka rêzefîlma Netflix Fauda, tevlî artêşa Îsraîlê dibe Em wî di xeleka dawiyê ya li hember Al Qassam di faudayê de bibînin."

Îdan 1988ê li Îsraîlê ji dayîk bûye û malbata wî li Orşelîmê ye, Hadasa Yesharun dibêje kl û bavên wî ji Herêma Kurdistana Îraqê ji herêma Amêdîyê hatine Îsraîlê dê û bavê Îdan li Îsrîalê hatine dine, ew bi zimanê Kurdî nizanin.

Jêder: Medya Îsraîlê/Kenalê 12/The Hollywood Reporter

XS
SM
MD
LG