Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD’ê Raporta Sala 2021’an ya Binpêkirina Mafan ya Tirkîyê Weşand


Dîmeneke yek ji çalakîyên jinan li Enqerê, Tirkîye (Arşîv)
Dîmeneke yek ji çalakîyên jinan li Enqerê, Tirkîye (Arşîv)

Komela Mafên Mirovan (ÎHD) îro Înê Raporta Binpêkirina Mafên Mirovan ya Tirkîyê ya sala 2021’an eşkere kir.

Di raportê de pirsgirêka Kurd di serî de, azadîya derbirînê, tundîya li girtîgehan û binpêkirina hiqûqê cî digire.

ÎHD dîyar dike ku li Tirkîyê wek sazîya mafên mirovan wan her gav aştî dixwaze, lê, di warê mafên mirovan de sîstema Tirkîyê her gav paşde çûye.

ÎHD’ê di raportê de ragihand ku, pirsgirêka Kurd dikare bi xeta demokrasîyê çareser be, lê di 2021’an de jî dewlet bi polîtîkayeke ewlekarîyê nêzî wê kêşeyê bûye, jiber vê jî gelek mafên Kurdan hatine binpê kirin.

Di raportê de tê dîyar kirin ku dewletê li Bedlîs, Mêrdîn, Çolemêrg û Şirnexê gelek caran qedexeyên derketina derve hatine ragihandin loma jî azadî û mafê 1 mîlyon û 809 hezar kes hatiye asteng kirin.

Dîmeneke ji astengkirina hêzên ewlekerîyê li pêş dadgeha ku revebirên HDP’ê têne darizandin. (Arşîv)
Dîmeneke ji astengkirina hêzên ewlekerîyê li pêş dadgeha ku revebirên HDP’ê têne darizandin. (Arşîv)

Di nav 7 salên dawî de nêzî 10 hezar endam, rêvebir, parlamenter û hevserokên HDP’ê niha li zindanan in.

“Di serî de Hevserokên HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, gelek Kurdên ku hatine hilbijartin ango sîyasetvanên Kurd hatine girtin û niha li girtîgehê ne. Piranîya van jî li girtîgehên li cîhên dûr hatine sirgun kirin. Ew bi awayekî dadmendî nehatine darizandin, mafên wan yên hilbijartin hatiye tune kirin, rêxistinbûnîya wan hatiye asteng kirin, mafên derbirîna wan hatiye qedexe kirin û tune kirin.”

Di raporta ÎHD’ê de babeteke din jî çavtirsandina rojnamevanan e.

Tê dîyarkirin ku bi ragihandina Rewşa Awarte ya li Tirkîyê, çavtirsandina desthilatîyê ya ser medyayê qat qat zêde bûye. Di nav sala 2021’an de gelek rojnamevan hatine desteser kirin û girtin, di derheqa wan de doz hatine vekirin û karbistan dest danînê ser pirtir pirtûk û kovaran.

ÎHD’ê di raporta xwe de dide zanîn ku Tirkîye di nav Îndeksa Azadîya Çapemenî ya Cîhanê de di nav 180 welatî de di rêza 149’an de ye.

Li gor vê raportê di 2021’an de, medyaya civakî jî tê de 7148 kes bi sedema wan lêpirsînên, hatine şandinê girtîgehan.

Di raportê de li ser tundîya jinan jî tê sekinandin. Li gor raporta ÎHD’ê di sala 2021’an de herî kêm 375 jin hatine kuştin, 239 jin jî bi guman mirî hatine dîtin û 1302 jin jî rastî destdirêjî û gefan hatine.

Di raporta ÎHD’ê de pirsgirêka koçber û pênaberan jî cîhekî fireh digire û tê eşkere kirin ku li Tirkîyê nêzî 5 mîlyon û 500 hezar pênaber hene, lê heta niha hikûmetê di derheqa wan çareserîyeke mayînde nedîtîye.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

ÎHD’ê Raporta Sala 2021’an Ya Binpêkirina Mafan ya Tirkîyê Weşand
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00
XS
SM
MD
LG