Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Imran Yûsiv: Qutkirina Avê Gefek Mezin li Jiyanê Xelkê Hesekê Dike


Ava vexwarinê li bajarê Hesekê û qutkirina wê ji aliyê çekdarên rikeberiya Sûrî ve, gefek mezin li ser jiyana xelkên bajêr kiriye û gelek nexwaşî di nav zarok û jinan de peyda bûne ji ber tinebûna avê. Niştecihên bajêr ava xwe ji sarincên avê pêda dikin yan jî ji bîrên çêkirî hu ava wan ne pak e û nayê vexwarin.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar Imran Yûsiv re kir ku li bajarê Hesekê dijî, da ku vê rewşê bişopîne û hin zaneyariyan ron û zelel bike .

Imran anî ziman, ku ev kêşeya avê li bajarê Hesekê bûye siyasî û çekdarên rikberiyê wê bi kartînin da ku fişarê li rêveberiya xweser û kesên ser desthilatê bike.

Wekî din jî wî got ku, qutkirina avê ziyanek mezin li rewşa tenduristiya xelkê bajêr kiriye û pirr nexweşî peydabûne bi taybetî di nav zarok û jinan de.

Li gorî nerîna wî, ku erka hêzên navnetwî yên li herêmê wek Rûsya û Amerîka ye, vê kêşeyê çaresebikin û jêdera avê ji bazara siyas dûrbixin.

Hevpeyvîna Imran Yûsiv -7-30-2021-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:00 0:00


XS
SM
MD
LG