Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzî 1 Mîlyar Hîndistanî jibo Hilbijartinên Giştî Diçin Ser Sindoqan


Hîndistanê îro Înê dest bi peyvajoya dengdanên hilbijartinên giştî kir.

Hilbijartinên Hîndistanê wek hilbijartinên herî mezin yên têne zanîn ku ewê peyvajoya heta 1’ê Hezîranê, 6 hefteyan bidome.

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi hewil dide ku li ser hev cara sisêyan bi ser keve.

Partîyên opozîsyonê jî dibêjin ku ger desthilata Modi bidome ewê gelê Hîndistanê gelek azadîyên xwe hinda bike.

Anketên dawî nîşan didin ku Partîya Bharatiya Janata (BJP) ya bi pêşengîya Modi û hevbendên wê dikarên li civata jêrîn ya parlamana Hîndistanê, li Lok Sabha piranîyê bi dest xwe xin.

BJP ya ku wek partîya neteweperwerên Hînd tê zanîn, ji 2014’an vir ve li desthilatê ye.

Lok Sabha serokwezîrê welêt dîyar dike û serokwezîr jî wezîrên xwe dibijêre.

Di hilbijartinên 2019’an de BJP li parlamana bi 543 kursî 303 kursî bi dest xwe xistibûn û tifaqa di nav de jî gihiştibû 352 kursîyan.

Îsal di hilbijartinan de çaverê ye Kongreya Netewî ya Hîndistanê, ku wek partîya herî xurt ya muxalefetê tê zanîn, zorê bide BJP’ê.

Pirtir ji 20 partîyên opozîsyonê piştgirî dan wê partîyê û komeke hevgirtinê çêkirin.

Aaam Aadmi (AAP) ku Delhî ya paytext bi rêve dibe di nav wê tifaqê de ye.

3 rêberên AAP di demeke nêz de jiber sûcên wek perexwarinê hatin desteser kirin.

AAP, Modi û BJP’ê bi ‘’kîndarîya sîyasî’’ tawanbar dike.

Kêmîneyên Hîndistanê dîyar dikin ku ew gelek caran bi cudakarî û êrîşan re rûbirû dimînin û ew di rêvebirîya Modi de hemwelatîyên di rêza duyê de ne, lê BJP wan tawanbarkirinan red dike.

Hîndistan wê li herêmên cuda yên welêt 19’ê Nîsanê, 26’ê Nîsanê, 7’ê Gulanê, 13’ê Gulanê, 20’ê Gulanê, 25’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê here ser sindoqan.

Bi hilbijartinên di demên cuda de rêvebirîya Hîndistanê dikare karbidestên ewlekarîyê li gor pêdivîyan li herêmên hilbijartinan bi cih bike.

Li Hîndistanê 1,4 mîlyar hemwelatî hene û 969 mîlyon kes diçin ser sindoqan. 13,4 mîlyon Hindistanîyên li derveyî welêt jî wê karibin dengên xwe bidin.

Encamên hilbijartinên Hîndistanê wê 4’ê Hezîranê werin eşkere kirin.

Jêder: VOA, Reuters, AP

XS
SM
MD
LG