Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Berpirsekî Payebilind Ê Daişê Û Endamên Din Girtine


Polîsê Îranê roja Şemîyê girtina berpirsekî payebilind ê Dewleta Îslamî û du endamên din ên girûpê ragihand, ku hatine tawanbarkirin bi plankirina êrîşeke xwekujî di pîrozbahiyên hefteya bê yên boneya bidawîhatina meha Remezanê ya misilmanan de.

Li gorî polîs Mihemed Zaker ku bi navê “Rameş” tê naskirin û her du kesên din li bajarê Kerecê li rojavayê Tehrana paytext piştî pevçûnan hatin girtin. Heşt kesên din jî bi wan kesan re hatin binçavkirin.

Dewleta Îslamî, ku nefreteke tund ji mezheba Şî'î ya serdest a Îranê re hildigre, di meha Çile de berpirsyariya du teqînan li Îranê girte stûyê xwe ku nêzîkî 100 kes kuştin û hejmareke zêde jî birîndar kirin, di bîranîna çaremîn salvegera kuştina fermandarê payebilind Qasim Sulêymanî de ku sala 2020an li Îraqê bi dronek Amerîkî hat kuştin.

Îranê 35 kes di Çile de girtin, di nav wan de fermandarekî rêxistina Dewleta Islamî ya Afganistanê DAIŞ-Xorasan (DAIŞ-K), ku got girêdayî du teqînan bûn di 3ê Çileyê de li bajarê Kermanê li başûrê rojhilatê.

Di 22ê Adarê de, di êrîşa herî kujêr ya di nava 20 salan de li hundirê Rûsyayê, çekdaran bi çekên otomatîk li salona konsertan ya li nêzîkî Moskoyê gulebaran kirin, û herî kêm 144 kes kuştin di êrîşeke ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hat ragihandin.

Çavkaniyên îstîxbarata Amerîkî diyar kir ku DAIŞ-K hem êrîşên 3'ê Çileyê yên li Îranê û hem jî êrîşa 22'ê Adarê ya li Moskoyê pêk anîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG