Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Îsraîl Gefên Dijî Hevdu Tundtir Dikin


Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî îro Çarşemê got ku divê Îsraîl jiber êrîşa li balyozxaneya Îranê ya li Sûrîyê were ceza kirin.

Xamaneyî dîyar kir ku êrîşa li balyozxaneyê û ya li axa wan wek hevdu ne.

‘’Rejîma şeytanî şaşîyek kiriye û divê were ceza kirin, ewê were ceza kirin.’’

Firokên şerker yên Îsraîlî yên gumanbar 1’ê Nîsanê li Şama paytexta Sûrîyê êrîş biribûn ser avahîya balyozxaneyê û li gor ragihandina Tehranê 7 şîretvanên leşkerî kuştibûn.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz jî ser gotinên Xamaney dîyar kir ku ger Îran ji axa xwe êrîşê bibe ser Îsraîlê ewê bersîvê bidin.

‘’Ger Îran ji axa xwe êrîşê li dar xe wê Îsraîl jî bersîvê bide û êrîşê bibe ser Îranê.’’

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş bir ser başûrê Îsraîlê û hêzên Îsraîlî Gaza dagir kirin ku Îran ji wê demê vir ve piştgirî dide komên li herêmê.

Îsraîl dide zanîn ku di êrîşên Hamasê de 1200 kes hatine kuştin û li gor ragihandina Wezareta Saxlemî ya Gaza ya bin kontrola Hamasê, di êrîşên Îsraîlê di 6 mehan de 33,360 kes hatine kuştin.

Hizbulaha Lubnanê ya bi piştgirîya Îranê û Îsraîl her roj pev diçin û li alîyê din komên Îraqî li Sûrîye û Îraqê êrîş birin ser hêzên Amerîkî û Husîyên li Yemenê li Deryaya Sor û li Kendava ser êrîş birin ser gemîyan.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG