Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hêzan Kom Dik Û Partiyên Kurdên Îranê Xwe Amade Dikin


Pûşmergeyekê HDKI
Pûşmergeyekê HDKI

Îran zêdetir hêzan dişîne navçeyên sînorî yên Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û partiyên astana Kurdistana Îranê jî, xwe amade dikin li hember êrişên Pasdarên Şoreşa Îranê, dema ku êrîş bikin, û hişyarî li ser niyeta Îranê ya derbaskirina sînoran dan.

Li gor lêkolînên Dengê Amerîka, Îranê hêzên xwe li Pîranşar, Şino, Merîwan û çend deverên din kom kirine û çekên giran di gel dane, û yek ji armancên wan jî derbaskirina sînorên herêmê û êrîşa ser partîyên Îrnaê ne yên ku bingehên wan li herêmên Kurdistana Îraqê hene.

Fermandarê Supaya Qudsê yê Îranê Îsmaîl Qaanî hişyarî da rayedarên Herêma Kurdistanê û Iraqê ku eger partiyên Kurdistanî ji çek nekin, hêzên wan dê ji êrişan re vekirî bin.

Atta Seqizî, peyvdarê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan gote Dengê Amerîk "li ser hatina hêzên Îranê bo ser sînoran agahî bi dest me ketine, Îranê zext li Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye ku hêzên kurd yên rojhilat ji çek bikin."

Herwiha Seqizî got: “Bûyerên ku li Rojhilat diqewimin û xelk bi hêrs û dilgiran in, Îran hêzên Kurdî tawanbar dike û wan sûcdar dibîne û dixwaze tolê hilîne.

Wî got: "Îran pêwîstiya xwe bi şerê li derve heye da ku bala civaka navdewletî ji ser xwenîşandanên navxweyî dûr bixe."

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Parêzvanên Şoreşê Abbas Milûfroşan li ser Twitterê, twîtek kurt nivîsandîye dibêj, "Bi navê Xwedê dilovan".

Twîttera fermandarê Pasdarên Şoreşê ji aliyê hêzên Kurdî ve weke destpêka êrîşên li ser navçeyên sînorî tê şîrovekirin.

Jêderekî siyasî ku haydare ji amadekariyên Îranê bo êrişkirina ser herêmên li jêr kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Dengê Amerîka re got "Îran plan dike ku leşkerkêşiyê bo ser herêmên weke, Pêncewîn, Hacî Omeran û Hewraman destpê bike û li wir bingehên partiyên Kurdî bike aramnc û li dij bingehên PDKI û Komelê li Zerguwêz dagir bike, lê ne diyar e dê çawa vê planê pêk bîne.”

Çavkaniyê han eşkere kir ku, dibe ku hêzên Îranê pêşî xwepîşandanan tepeser bikin û pişt re li dijî hêzên Kurdî li deverê bikar bînin.

Tevî amadekariyên Îranê ji bo êrîşan, lê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê helwesteke zelal û bibiryar li hember plana êrîşan Îranê ranegihandine, her çende biryar e heftiya bihê parlamentoya Iraqê bo vê mebestê bicive, lê hin alî didin zanîn ku hikûmeta Îraqê haya wê ji plana Îranê heye lê guh nade wê yekê û jibo wê ne xeme.

Erselan Yar Ehmedî, endamê desteya rêvebir ya Hengaw ji Dengê Amerîka re got, Îranê çekên giran anîne Pîranşar, Şino, Merîwan û gelek deverên din.

Wî got,"Plana Îranê ew e ku êrişî partiyên kurdî yên rojhilatê hundirê Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku bi berdewamî hêzê tîne.

Raporta Yekşemê 20 11 2022 Kerkuk - Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00
XS
SM
MD
LG