Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li London bi Kêran Êrişî Rojnamevanek Îranî Tê Kirin


Xwepêşandanek li London li Dij Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê
Xwepêşandanek li London li Dij Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê

Kenala Nûçeyan, Şemiyê ragihand ku rojnamevanek Îranî ku li Brîtanya dijî û jibo kenaleke Serbixwe ya Îranî kar dike li nêzî malê li London rastî êrîşekê hatîye, polîs di çarçova terorê de lêpirsînan dike û dibêje rewşa wî 'başe.'

Peyvdarê kanalê Adam Baillie ragihand ku Pouriya Zeraatî, pêşkêşvanê kanala Îran International ya bi farisî weşanê dike, di rewşek baş de ye.

Baillie ji radyoya BBC re got:

"Ya rastî ew di rewşek pir baş de ye. Ew li nexweşxaneyê tê derman kirin û vedigere malê," û dide zanîn eger ku encamên lêkolînê çi derkevin jî lê ew jiber wê êrîşê şok bûne.

Polîsê bajarê Londonê ragihand ku jiber êrîşa bi kêran ya ser rojnamevan yekîneyên wê yên dij-terorê lêkolînê dom dikin, ji ber gefên dijminane yên berê yên Îranê li dijî kesên opozisyon yên li Brîtanya.


Zeraatî, 30 saliye, ji lingê xwe birîndar bûye dema ku di êrîşa piştî nîvro li derveyî mala xwe li Wimbledon, başûrê rojavayê Londonê, rastî êrîşê hatî.

Piştî ku nûçeya êrîşê di medya civakî de hat weşandin, Kenala Iran International ya ku Zeraatî lê kar dike got, "Îranê sala 2022ê jî plan kirbû ku 2 bêjerên wê bikuje."

Rojnamevanê rastî êrîşê hatî Pouria Zeraati, di hesaba xwe ya X'ê de gotineke helbestvan û nivîskarê Alman (Bertolt Friedrich Brecht) weke mînaka rastiya bûyeran tîne, dema ku wêneyek xwe yê ku li nexweşxaneyê razaye nîşan dide.

Pêşkêşkara Iran International û rojnamevana berê ya servîsa cîhanî ya BBC Sima Sabet li ser platforma X'ê, peyamek ragihand û got ku "polîs ji wê xwestibû ku ji mala xwe derkeve piştî êrîşa li ser birêz Zeraatî."

Wê her wiha nivîsand ku Pasdarên Şoreşa Îranê sala borî hewla kuştina wê û hevkarekî wê dabû.

Jêder: AFP/BBC

XS
SM
MD
LG