Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Jiber Xwepêşandan Û Bûyerên Sala Borî Sizyaê Zîndanê Dide 8 Kesan


Wêne ji zîndana Evin, li Îranê
Wêne ji zîndana Evin, li Îranê

Medyaya Komara Îslamî ya Îranê Mîzan îro Çarşemê ragihand ku li heft mêr û jinekê cezayê zindanê birî, bi îdiaya alîkarîkirina du mêrên ku berê hatibûn îdamkirin jiber kuştina dilxwazekî paramîlîter di xwepêşandanên sala borî de.

Ev biryara Dadgeha li bajarê Karajê tenê 3 hefte berîya salvegera yekê ya kuştina Jîna (Mahsa) Emînî ya di di 16ê Îlonê de hat,dema ku karbidestên Îranê bi rengekî eşkere hewl didin ku pêkana xwepêşandanên nû asteng bikin.

Ajansa Mîzan got ku ew 8 kes jiber "şer" û "gendela li ser rûyê erdê" tawanbar hatine dîtin, têgehek ku pir caran bo pênasekirina hewilên têkbirina Komara Îslamî ya Îranê tê bi karanîn.

Tawanbar bi kirina "şer" û "gendela li ser rûyê erdê" sûcdar hatin dîtin, têgehek ku pir caran ji bo danasîna hewildanên têkbirina hikûmeta Îranî tê bikaranîn, Mîzan got.

Dadgeha Şoreşê ya Îranê darizandinên girtî pêk tîne û ev demeke dirêj e ji alîyê çalakvan û welatên din ve tê rexnekirin, jiber cezayên wan yên tund dijî kesayetîyên opozîsyonê û yên bi têkiliyên Rojava re.

Dadgeh rê nadin kesên ku tên darizandin parêzerên xwe bijêrin yan delîlên dijî xwe bibînin.

Li gor rexistinên mafan di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî de heya niha zêdetirî 500 kes hatin kuştin û 22 hezar kesên din jî di operasyonên ewlehîyê yên piştî xwepêşandanan de hatine girtin.

XS
SM
MD
LG