Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Îro Înê Serokomarê Nû Hildibijêre


Li Tehranê alîgerekî Hasan Ruhanî
Li Tehranê alîgerekî Hasan Ruhanî

Li Îranê, dengdana bo serokomarîyê îro Înê destpê kir ku Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî jî di nav berbijaran de ye.

Di hilbijartinê de, ji xencî Ruhanî yê ku wek reformîst tê nas kirin, sê berbijêrên din jî hene.

Ruhanî, di sala di 2015’an de ser peymana nukleer bi hêzên cîhanî re danûsitandin kiribûn.

Li gor encamên anketan, berbijêrê herî bi hêz yê li hember Ruhanî, dozgerê kevn yê konservatîf Îbrahîm Reîsî ye.

Reîsî, nêzî rêberê olî yê Îranê, Ayetullah Alî Hamaney e.

Ku ti berbijêr ji 50 ji sedê zêdetir deng nestînin, hefteya pêş dê gera duyê ya hilbijartinê were li dar xistin.

Li Îranê 54 mîlyon hilbijêr hene. Li ber e ku encamên pêş roja Şemîyê dîyar bibin.

Civata Berevanîya Qanûna Bingehîn berbijêrîya 6 kes pejirandibû.

Hefteya borî, ji berbijêran Bajarvanê Tehranê Muhammed Bakir Galîbaf bo piştgirîya Reîsî, Cîgirê Serokomarê Îranê Îshak Cîhangirî jî bo destekkirina Ruhanî ji hilbijartinê vekişîyabûn.

Her du berbijêrên din yên ku bi ‘’pir-konservatîf’’îyên xwe tên zanîn, Mistefa Mîrsalîm û Mistefa Haşemîtaba ne.

Ayetullah Hamaney roja Çarşemê bang li bîragiştî kiribû beşdareyîke zêde bo hilbijartinê pêk bînin.

Hamaney herwiha dîyar kiribû ku ‘’ger ti kes li dijî ewlekarîya Îranê di hewildanekê keve, ewê demûdest bersîvê bidin.’’

XS
SM
MD
LG