Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Amerîka Dê Hêzên Zêdetir Bişîne


Serok Wezîrê Îraqê Heyder el-Ebadi
Serok Wezîrê Îraqê Heyder el-Ebadi

Serok wezîrî Îraqê Heyder Ebadî roja çarşemê daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de tê gotin ku Amerîka dê zêdetir hêzan bişîne Îraqê bi armanca vegerandina bajarê Musil û rizgarkirina ji çekdarên DAIŞê.

Ebadî dibêje wan ji Obama xwest bû ku pispor, şêwirmendên leşkerî û rahêneran li jêr sîhwan hevpeymaniya netewî ya li dij DAIŞê bişîne Îraqê, ev daxwaz ji aliyê Amerîka ve hatiye qebulkirin, weke di malpera fermî ya serok wezîrên Îraqê de hatî.

Amadekariyên hêzên Îraqî û yên Navnetewî nêzîk bûne jibo rizgarkirina bajarê Musil ku, dibe heta dawiya vê salê ji destên DAIŞê bihê deranîn, niha nêzîkî 4400 leşkerên Amerîkî li Îraqê hene.

Serok wezîrê Îraqê Heyder Ebadî heftiya borî li New York di dema bîranîna salane ya civata giştî ya Netewên Yekbûyî de civîn li gel serokê Amerîka Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden encam dabûn, lê nayê zanîn kanê Ebadî di wan civînan de daxwaza hinartina hêzan ji Amerîka kirîye yan na.

XS
SM
MD
LG