Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Çekdarên Xwe li Aliyê Rojavayê Mûsilê Belav Dike


Xwecihên bajarê Mûsil yên li aliyê rojava dijîn, ragihandin ku, Dewleta Îslamê (DAIŞ) çekdarên xwe yên segvan li ser avahiyên aliyê rojava yê Mûsil belav dike, piştî kontrola xwe li aliyê rojhilat jidest da û hêzên Îraqî amadekariyên êrîşên ser beşê rojava dikin.

Serokwezîrê Îraqê Haider Abadî roja Sêşemê dabû xûyakirin ku, hêzên Îraqê beşê rojhilatê Mûsil xistiye jêr kontrola xwe, berpirsê kampêna Êrîşên ser Mûsil da zanîn ku hêzên Îraqê di amadekariyan de ne, derbasî aliyê rojava yê çemê Dîcle bibin.

Xwecihên bajarê Mûsil jibo Reuters dane xûyakirin ku, di çend rojên borî de DAIŞê çekdarên xwe li avahiyên Bajarê Saxlemiyê ku bi (Medînet Tub) tê naskirin û di keve navbera du pirên bajarê Mûsil û ji 12 avahiyan pêk tê.

Avahiyê herî bilind di nava avahiyên bajarê saxlemiyê de ji 7 qatan pêk tê, li aliyê rojavayê Mûsil li gur texmînên Netewên Yekgirtî(UN) nêzîkî 750 hezar kes dijîn, tirs heye ku sivîlên li beşa rojava jiber pevçûnan ziyanên mezin bibînin.

Şer dê jibo girtina aliyê rojava yê Mûsil dijwartir bibe, ku mizgefta mezin ya kû Abu Bekir Bexdadî dewleta xwe ya Îslamê di sala 2014an de ragihandî heye, herweha gelek cihên din yên giring weke firîngeha Mûsil, tê texmînkirin ku dê şer li wî alî gelek dijwar bibe, jiber kolan û rendekên teng li wê herêmê hene ku pir zehmete trombêl û erebeyên zirxî bikarin di wan kolanan re derbas bibin.

XS
SM
MD
LG