Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê 11 Tawankarên Terorîzmê Hatine Darve Kirin


Ajansa Reuters îro Pêncşemê ji zarê karbidestên xwecîhî yên Îraqî ragihand ku 11 milîtan girêdayî tawanên terorê hatine darve kirin.

Karbidestekî polîsên xwecîhî û rêvebirekî zindanekê ji ajansê re got ku sêdarekirina milîtanan roja Duşemê li zindaneke bajarê Nasirîyê ya başûrê Îraqê pêk hat û kesên darvekirî hemî hemwelatîyên Îraqê bûn.

Heman kesên ku nexwest navê wan eşkere be, da zanîn ku ew 11 kes bi tevlêbûna rêxistina Dewleta Îslamî û cîhgirtina di nava kiryarên terorîstî hatibûn mehkûm kirin.

Rêxistina mafê mirovan, Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) roja Çarşemê fikara xwe bilind kiribû ku li Îraqê dibe ku pirtir kes di mehên borî de bi dizî hatibin darve kirin.

Amnesty bal kişand ku li Îraqê cezayê mirinê ya darvekirinê di nava neşefafîyê de tê cîhanîn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Îraqê bi sedan cîhadîyên gumankirî hene ku niha têne darizandin.

Dîsa, ji têkbirina Dewleta Îslamî ya di navbera 2014 û 2017an vir ve hejmareke kuştinkarîyên girseyî li Îraqê çêbûbûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG