Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Peqînên Jêder Nediyar Lêkolîn Dike û CENTCOM Dibêje Haya Amerîka Jê Tuneye


Bingeha Kalso ya leşkerî li Babil li Iraqê 20ê Nîsanê 2024.
Bingeha Kalso ya leşkerî li Babil li Iraqê 20ê Nîsanê 2024.

Şaneya ragihandinê ya ewlekarî li Iraqê îro Şemiyê ragihand ku endamekî Hêzên Heşda Şaabî di encama teqînekê de li navendeke leşkerî li parêzgeha Babilê jiyana xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Şaneya Ragihandinê dibêje komîteyeke pisporan ya teknîkî ya payebilind û saziyên din ên pêwendîdar ji bo eşkerekirina sedemên teqîn û şewata li cih û derdora bûyerê lêkolîn dikin.


Daxuyaniyê herwiha got "Rapora Fermandeya Berevaniya Esmanî bi hewlên teknîkî û vedîtina radarê piştrast kir ku berî teqînê û di dema teqînê de ti firokeyên bê firokevan û şerker li esmanê Babîlê nebûne."


CENTCOM li ser platforma X nivîsî û got "Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê hay ji raporên ku dibêjin Amerîka îro li Iraqê dest bi êrişên esmanî kiriye, heye. Ev rapor ne rast in û Amerîka îro ti êrişên asmanî li Iraqê encam nedane."


Ajansa Reutersê ji zarê daxuyaniya Hêzên Heşda Şaabî ragihand ku teqîna li navenda fermandariya wê li bingeha Kalso rûdayî, ji encama "êrîşekê" bû, bêyî ku hûrgiliyên zêde bide.

Ajansa Faras Pressê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku şeva Înê li ser Şemiyê, teqînek li navendeke leşkerî li Iraqê pêkaht ku tê de hêzên artêşa Iraqê û endamên Heşda Şaabî yên ser bi Îranê ve girêdayî ne, di encamê de hejmarek birîndar bûn.

Di bersiva pirseke Agence France-Presse de, artêşa Îsraîlê got ku ew "agahiyên ku di medyaya biyanî de cih digirin şîrove nakin."

Di platformên medya civakî de li Îraqê dîmenên peqînan bi berfirehî hatin weşandin, tê dîtin ku pêlên agir ji bingehe leşkerî li parêzgeha Babil ya li navenda Îraqê bilind dibin, lê Dengê Amerîka ji aliyê xwe nikarî bû dem û ciyê wan dîmenan piştrast bike.

XS
SM
MD
LG