Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandeyê Eniya Pirdê: Me Plan Hebû Biçin Kerkûkê, Lê Çend Berpirsên Îraqê Em Ragirtin


Fermandeyê eniya Pirdê ya Hêzên Pêşmerge ji Dengê Amerîka re ragihand ku şeva borî wan xwe amade dikir ku biçin cem xwepêşanderên Kurd li Kerkûkê, lê bi hewlên hinek berpirsên Îraqî, wan tevgera xwe ber bi Kerkûkê ve rawestand.

Di encama şer û pevçûnên roja Şemiyê de, dema xwepêşandanên dijî girtina rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê ji aliyê alîgirên Heşdulşeibî û aliyên Ereb û Tirkmen ve, 4 xwepêşander hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Fermandarê eniya Pirdê ya Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji Dengê Amerîka re got: "Hinek berpirsên Îraqî destêwerdan kir û daxwaz ji me kir ku em neçin, nexwe me plan kiribû ku em biçin Kerkûkê. Çawa dibe ku xwîna kurdan li Kerkûkê were rijandin û em rawestin."

Rayedarên pilebilind ên Îraq û Kurdistanê "xwînrijandina" xwepêşanderên kurd li Kerkûkê şermezar kir. Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî jî xwepêşanderên piştevanên Heşdulşeibî û partiyên ereb û tirkmenan wek "têkder" binqav kirin.

Nûrî Heme Elî got,"Girtina rêya Kerkûk û Hewlêrê û dijayetiya vegera PKKê bo Kerkûkê plana şovenîstan bû. Eger berê çadir bihatana rakirin û rê bihata vekirin, xwîna ciwanên Kurd nedirijiya."

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî şeva borî ferman da ku konên alîgirên Heşdulşeibî û partiyên ereb û tirkmen bên rakirin û rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê were vekirin.

Hêzên Îraqî ji sibeha roja Yekşemê ve dest bi operasyonekê li ser taxên Kurdistanî yên Kerkûkê kirine û nêzîkî 50 xortên Kurd girtine.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Lîwa Amir Nûrî ji Dengê Amerîka re got: “Di xwepêşandanê de 4 kes hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Biryar e îro danê êvarê parlemanterên Kurd, Ereb û Tirkmen li Kerkûkê bi serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî re bicivin û rewşa Kerkûkê gotûbêj bikin û hewl bidin rewşê aram bikin.

Sebah Hebîb, endamê parlamana Îraqê ji Fraksiyona YNKê, ji Dengê Amerîka re got: “Em ji Sûdanî daxwaz dikin ku komîteyek bê avakirin ji bo cezakirina kesên ku gule berdane xwepêşanderên Kerkûkê.”

Wî her wiha got, "Em daxwaza qerebûkirina malbatên şehîdan û başkirina taxên kurdan ên ji ber xwepêşandanan ziyan dîtine dikin. Her wiha em daxwaz dikin ku demildest operasyona li ser taxên kurdan raweste û girtî bêne berdan."

Ji 27ê Gulanê ve alîgirên Ereb, Tirkmen û Heşdulşeibî li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê li dijî radestkirina baregehên Partiya KarkDemokrata Kurdistanê (PDK) kon vedane. Vê yekê jî niştecihên kurd ên Kerkûkê hêrs kir û hikûmeta Îraqê neçar kir ku rê veke.

Raporta Dilşad Enwer/Kerkûk

Raporta Deng/Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG