Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî: Heşda Şeibî li Kerkûkê Hatiye Bombebarankirin û Kuştî û Birîndar Hene


Çavkaniyeke nêzîkî Heşda Şeibî li Kerkûkê ji Dengê Amerîka re ragihand, ku hêzeke Heşda Şeibî li nêzîkî devera Wadî Şay li başûrê Kerkûkê hatiye bombebarankirin. Heta niha 10 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.

Çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re got: " Heşda Şeibî Amerîkayê bi encamdana bombebaranê tawanbar dike."

Ev ragihandin tê di demekê de ku ajansa istixbarata serbazî ya Îraqî got: "Hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndarkirin di encama bombebarankirina veşargeheke DAIŞê de li Wadî Şay".

Medyaya nêzîkî Heşda Şeibî tekezî li ser bombebarankirina hêzên Heşda Şeibî li Kerkûkê kir û got ku 5 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştine.

Ajansa istîxbarata nêzîkî Heşda Şeibî ragihand ku di encama êrîşa esmanî ya Amerîkayê de li Kerkûkê hejmarek çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û birîndarkirin.

Çavkaniyeke ewlekarî li Kerkûkê ji Dengê Amerîka re got: "Hêzên Heşda Şeibî iddîa dikin ku ji alîyê Amerîkayê ve hatine bombebarankirin, lê rastiya bûyerê hîn ne diyar e."

Raporta Dilşad Enwer

XS
SM
MD
LG