Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baranên Îsal Bendavên Zuhabûyî yên Îraqê Jinûve Tije Dikin


Bendava Derbendîxan ku li ser çemê Sîrwan hatiye ava kirin, dikeve başûrê bajarê Silêmanê li Herêma Kurdistana Îraqê.
Bendava Derbendîxan ku li ser çemê Sîrwan hatiye ava kirin, dikeve başûrê bajarê Silêmanê li Herêma Kurdistana Îraqê.

Karbidestên Îraqê radigihînin ku bi barîna baranên vê dawîyê, jimareke depoyên serekî yên çemên welat hema hema jinûve tije bûne, piştî çar salên li pey hev ji hişkesalî û kêmbûna avê ya berbiçav.

Elî Radî Thamir, berpirsê sazîya bendavan, li wezareta çavkanîyên avê ya Îraqê, dîyar kir ku li piranîya şeş bendavên herî mezin yên welat asta avê bilind bûye.

Li bendava Mûsilê, mezintirîn rezerva bi kapasîteya nêzî 11 mîlyar metrekup, bi baran û lehîyan av giheştîya asteke pir baş.

"Rezervên ku îro berdest in, wê bandorên erênî li ser hemû beşan bikin ku di nav wan de çandinî û santralên ku ava vexwarinê çêdikin, û herwiha avdana zozanên başûrê Îraqê ku di salên dawî de zuhabûne, " Thamer got.

Depoya bendava Derbendîxanê jî yek ji wan e, bendava ku li ser çemê Sîrwan hatiye ava kirin, dikeve başûrê bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Îraqê.

Berpirsê Derbendîxanê Saman Îsmaîl ragihand ku kapasîteya depokirina bendavê 3 mîlyon metrekup av e û ev depo bi baranên dawî niha li ber tijebûne ye.

"Îro, bi rezervên berdest, tenê 25 santîmetre av kêm e ku bendav tijî bibe. Di rojên pêş de emê karibin bibêjin ku bi temamî tijî ye," Îsmaîl ji AFP re got.

Îsmaîl bal kişand ku Derbendîxan cara dawîn di 2019’an de bi temamî tijî bibû û ji wê demê vir ve "tenê hişkesalî û ziwabûn" hebûn.

Berpirsê Derbendîxanê guherîna avûhewayê li herêmê û çêkirina bendavan li derveyî sînorên Kurdistanê wek sedemên serekî yên hişkesalîya li heremê destnîşan kir.

Hikûmeta navendî ya Bexdayê dibêje ku, bendavên jorîn yên ku li Îran û Tirkîyê hatine çêkirin, di çemên Iraqê de herikîna avê bi rengekî girîng kêm kiriye, li gel zêdebûna germahîyê û baranên ne asayî.

Lê vê zivistanê, baranên berfireh alîkarî kir ku asta kêmbûna avê li Îraqê hinek dakeve, dema ku Neteweyên Yekbûyî (NY) Îraqê wekyek ji pênc welatên herî pir di nava xeterîya hin bandorên guherîna avûhewayê de ye.

Elî Radî Thamir balê dikşîne ku tevî ku niha rezervên avê ku bi rêkûpêk baştir bûne, lê ev nayê wateya bidawîbûna hişkesalîyê û ziwabûnê, li Îraqê.

Li Îraqê, tevî ku bi petrolê dewlemend e, binesazîya welat gelek caran qîm nake , xira dibe, herî dawî jiber baranên dijwar kolanên Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, di bin avê de man.

Hefteya borî li Kurdistanê jiber lehîyê de 4 geştîyar mirin û li herêma Dîyala jî gelek mal hilweşîyan.

Li Îraqê av, wek kêşeyeke serekî ya girîng e, welatekî bi 43 mîlyon mirovî ku rûbirûyê qeyranek cidî ya jingehê ye; jiber xirabbûna guherîna avûhewayê, digel ku germahî di havînê de pir caran digêheje 50 dereceyan.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG