Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêza Pasdarên Îranê Keştîyekê li Tengava Hormuz Kontrol Dike


Girteyek ji vîdyoya kontrolkirina keştîyê li nav Tengava Hormuzê
Girteyek ji vîdyoya kontrolkirina keştîyê li nav Tengava Hormuzê

Komandoyên ser bi Paşdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) roja Şemîyê girt ser keştîyeke barhilgir ya girêdayî Îsraîlê nêzîkî Tengava Hormuzê û ew kontrol kir.

Ev êrîş ya herî dawî ye di zincîra êrîşên navbera herdu welatan de.

Ajansa IRNA ya ser bi dewleta Îranê ve ragihand ku yekîneyeke hêzên taybet yên IRGC êrîşa li dijî keştîyê pêk anî. Keştî girêdayî kompanîya Zodiac Maritime ya bingeha wê li Londonê ye.

Zodiac Maritime beşek e ji Grûpa Zodiac ya milyardêrê Îsraîlî Eyal Ofer. Zodiac ti agahî derbarê êrîşê nedaye.

Ev êrîş di demekê de tê ku dihate çaverêkirin Îran êrîşeke tolhildanê dijî Îsraîlê pêk bîne, piştî êrîşeke gumankirî ya Îsraîlê li ser konsulxaneya Îranî li paytexta Sûrî Şamê ku di encama wê de 12 kes hatin kuştin. Di nav kuştîyan de generalekî payebilind yê IRGC jî hebû.

Girjîya di navbera Îsraîl û Îranê de di encama şerê Îsraîlê dijî Hamasê li Gazayê zêde bûye. Ev şeş meh in ku şerê li devera Filîstînî berdewam dike.

Karbidestekî berevanî ji welatekî Rojhilata Navîn, ku nexwest navê xwe eşkere bike, vîdyoya êrîşa roja Şemîyê ligel ajansa Associated Press (AP) parve kir. Di vîdyoyê de komando tên dîtin dema ku ew ji helîkopterekê dadikevin û derbazî nav keştîyê dibin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG