Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê û Pêşmerge Hevbîr Bûn ku Hêzên Xwe li Çîyayê Qereçox Cîh Bikin


Hikûmeta Herêma Kurdistanê û artêşa Îraqê li ser çend xalên leşkerî yên stratejîk li zincîre çîyayê Qereçox lihev kirinê.

Ew xalên leşkerî li nêzîkî Kampa Mexmûrê ne, li gor lihevkirinê, leşkerê Îraqê dê li çîyayê wê deverê bi cîh bibe, ev jî dike ku (1.5k) kîlometre û nîvên din artêşa Îraqê nêzî sinorên Herêma Kurdistanê bibe.

"Li alîyê rojhilata Kampa Mexmûr, şeş xalên kontrolê yên leşkerî hene, lê êdi vala bûn, tenê 3 xalan şervanên PKKê tê de hebûn, niha lihevhatin çêbû ku 3 xal pêşmerge û 3 xalên din jî leşkerên Îraqê dê tê de bimînin," fermandarê hêzên pêşmergeyên xwebexş li Çîyayê Qereçox Xazî Feysel ji Dengê Amerîka re got

Wî dîyar kir ku ku hêzên Îraqî gelek pêşve çûne û ew hatine serê çîyayê Qereçox ku ew zincîra çîyayan li herêmê û li ser deşta Hewlêrê weke cîyekî stratejî tê zanîn.

Lihevhkirin derbarê wan xalên leşkerî piştî bûyera 22ê Cotmeha 2023ê pêk hat, piştî ku şervanên PKK ji wan xalan vekişîn û şer di navbera pêşmerge û leşkerên Îraqê de qewimî ku di encamê de 4 pêşmerge û 2 leşkerên Îraqê hatibûn kuştin.

Li gor pêzanînên Dengê Amerîka, rûniştvanên Kampa Mexmûr îro Pêncşemê xwepêşandan li dar xist û nerazîbûna xwe li dijî lihevhatinê nîşan da.

Feysel got ku rûniştvanên kampê çûne ser xalên leşkerî ku pêşmerge lê dimînin û gotine ew naxwazin pêşmerge nêzî wan be.

Fîlîz Budak, Endama Desteya Rêvebirîya Kampa Mexmûrê ji Dengê Amerîka re got ku bi ti awayî nabe ku hêzên pêşmergeyên PDKê nêzî kampê bibin jiber ku gomana wan ji wan heye.

“Nêzîkahîya PDKê bi Tirkîyê re heye jiber wê yekê em naxwazin pêşmergeyên PDKê nêzî Kampa mexmûr bibin," Budak nerazîbûna xwe nîşan da.

XS
SM
MD
LG