Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî Dibêjin Îsraîlê Êrîşa Esmanî Biriye Ser Îranê


Medyaya Amerîka ji zarê karbidestên Amerîkî û Îsraîlî bê ku navên wan eşkere bike, ragiand ku Îsraîlê îro Înê bi dema herêmî, berbangê êrîşa esmanî biriye ser Îranê.

The New York Times û The Washington Post ji zarê berpirsên Îsraîlê dîyar dikin ku Îsraîlê li Îranê êrîşa esmanî li dar xistiye.

Karibdestên Amerîka jî dibêjin ku êrîşa li Îranê êrîşeke muşekî ye.

Cîh û armanca êrîşa Îsraîlê bi zelalî eşkere nebû.

Saetekê piştî nûçeyên ser êrîşê berdevikekî artêşa Îsraîlê ji VOA re dîyar kir ku ew niha nikare ti şiroveyê bike.

IRNA û Fars, ku ajansên dewleta Îranê ne, radigihînin ku berevanîya esmên ya nêzî Îsfahanê hatine aktîf kirin.

Ew ajans dîyar dikin ku li rojhilata Îsfahanê peqîn hatine bihistin, lê eşkere nakin ku ew peqînên tedbîrê ne yan ketinê ne.

Tehran dîyar dike ku hêzên berevanîya esmên çend dron xistine xwarê.

Medyaya dewleta Îranê ragihand ku kargehên navokî yên li Îsfahanê ewle ne û hewil da ku bêje li herêmê ti bûyereke girîng neqewimîye.

Ew medya dîyar dike ku ser gumana êrîşa Îsraîlê li firînên ji fîrîngehên Tehran û Mehrabadê hatine sekinandin, lê ew niha di rewşa normal de û firîn didomin.

Îranê Yekşema borî bi sedan dron û muşekan êrîş birinbûn ser Îsraîlê û wê dewletê hişyarî dabû ku ewê bersîvê bide.

Îsraîlê dîyar kiribû ku wê bi alîkarîya hevbendên Rojavayî û partnerên Ereb hema bêje tevahîya muşek û dronan sekinandine.

Tehranê gotibû ku ger Îsraîlê êrîşî wê bike ewê bersîveke hîn tund û lezgîn bide.

Amerîka û hêzên din yên Rojavayî bang li Îsraîlê kiribûn ku di gavên nû de hewil bide ku girjîyê gur neke.

Karbidestên Amerîkî dîyar kiribûn ku ti nîyeta hêzên wan tuneye ku ew beşdarîyê li bersîvên Îsraîlê yên jibo Îranê bikin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG