Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje li Başûrê Lubnanê Du Çekdarên Hizbulahê Hatin Kuştin


Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku li başûrê Lubnanê du çekdarên Hizbulahê hatine kuştin.

AFP ragihand ku Hizbulahê jî dîyar kiriye ku du çekdarên wê li Kfar Kila di êrîşên Îsraîlê de canên xwe ji dest dane.

Îsraîlê do Çarşemê dîyar kiribû ku Hizbulahê êrîş birine ser başûrê welêt û di wan êrîşan de 14 leşkerê wê birîndar bûne.

Bi êrîşên li Lubnanê fikar zêde dibin ku şerê Îsraîl û Hamasê yê li Gaza berfireh bibe.

Ji alîyê din ve, Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hazirîyê dike ku ser endamtîya tam ya Rêvebirîya Filîstînîyan dengdanê bike.

Ger Civata Ewlekarî serlêdana Rêvebirîya Filîstînîyan pêşnîyar bike, Civata Giştî ya NY’ê dikare ji sê paran bi du parên dengan endamtîya wê bipejirîne.

Lê, jiber ku Amerîka li Civata Ewlekarî dikare bernivîsê veto bike rewişa wê ne dîyar e.

Balyoza Amerîka ya li NY’ê Linda Thomas-Greenfield do Çarşemê dîyar kir ku Washington endamtîya tam ya li yekîtîyê wek parçeyeke rêka çareserîya bi du dewletan nabîne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG