Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje Îsraîl Wê Vegere Ser Danûstandinên Agirbestê


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Înê dîyar kir ku TelAvîv wê vegere ser maseya danûstandinên agirbestê yên bi koma çekdar Hamasê re.

Ofîsa wî bi daxuyanîyeke ragihand ku Netanyahu hevbîr bûye ku şandên Îsraîlî di rojên pêş de li Qatar û Misrê beşdarî danûstandinan bibin.

"Serokwezîr Netanyahu bi serokên ajansên îstîxbarata Îsraîlê Shin Bet û Mossad re axifî û qayil bû ku şandên li ser navê wan di rojên pêş de herin Doha û Qahîre ku danûstandinan pêş bixin,"ofîsê got.

Ragihandina îro ya Netenyahu jibo gihêştina peymanek bi Hamasê re hewleke din dîyar dike ku rawestîna şerê Îsraîlê ya li Gaza û di berdêlê de jî azadkirina dîlên di destê Hamasê de armanc dike.

Jimareke hewlên danûstandinan heta niha bi serketî dawî nehatin têk çûn.

Herwiha, şîrovekar dibêjin ku biryara Netanyahu rojeke piştî ku Dadgeha Dadmendîyê ya Navnetewî (ICJ) hat ku ferman dabû Îsraîlê ku hemû tedbîrên pêdivî bigire ku peydakirina alîkarîyên mirovî yên jîyanî jibo Filîstînîyên li Gaza misoger bike.

Serokê Ajansa Neteweyên Yekbûyî jibo Penaberan ya Filîstînê (UNRWA) Philippe Lazzarini îro ji ser X’ê bal kişand ser fermana ICJ.

“Fermana nû ya @ICJ bi awayekî zelalî bi bîr dixe ku rewşa mirovahî ya felaket ya li Kerta Gaza ji hêla mirovan ve hatî çêkirin ku xirabtir dibe. Lê dîsa jî dikare were vegerandin, “ Lazzarini got.

Li gor wezareta saxlemîya Gaza ku Hamas kontrol dike, ji destpêka êrîşa Îsraîlê li Gaza di 7’ê Cotmehê û heta niha herî kêm 32 hezar û 623 Filîstînî hatine kuştin û 75 hezar û 92 kes jî birîndar bûne.

Li gor pêzanînên Îsraîlê jî di êrîşên 7’ê Cotmehê yên bi pêşengîya Hamasê de 1140 kes hatin kuştin, dema ku 250 kes dîl hatin girtin û 132 jî hinda ne.

Beşeke mezin ya herema Kerta Gaza di êrîşên Îsraîlê de wêran bûye û piranîya gelê Gaza niha li Refahê asê mane.

ICJ ya Dadgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di fermana xwe ya do Pencşemê de got ku Filîstînîyên li Gaza rûbirûyê şertên jîyanê yên xerab û herwiha xela û birçîbûna li heremê her ku diçe belav dibe.

Herî dawî, Civata Ewlekarî ya NY roja Duşemê bi biryarekê daxwaza agirbesta lezgîn li Gaza kiribû û herwiha banga berdana dîlên destê Hamasê û peydakirina alîkarîyên mirovahî jî dikir.

Li gor prensîbên navneteweyî dewletên ku endamên NY ne mecbûr in ku pabendî biryarên wiha bin, lê rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) îro got ku li ser erdê ti tişt nehatiye guhertin.

Jêder: AP, AFP

XS
SM
MD
LG