Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nezelalîya Encama Danûstandinên Ser Agirbestekê Li Gaza Didom E


Li rojhilata bajarê Refahê dûman radibe, piştî êrîşeke Îsraîlê, başûrê Gaza, 7 Gulana 2024.
Li rojhilata bajarê Refahê dûman radibe, piştî êrîşeke Îsraîlê, başûrê Gaza, 7 Gulana 2024.

Qesra Spî îro Sêşemê dîyar kir ku Washington hêvîdar e ku Îsraîl û Hamas di danûstandinên xwe yên agirbestê de keşêyên mayî çareser bikin û bigehêjin peymaneke.

"Nirxandineke nêz ya ser helwestên her du alîyan dide xuyakirin ku divê ew karibin valahîyên mayî temam bikin û emê jibo piştgirîya wê pêyvajoyê her tiştê ku ji destê me tê bikin," Kirby di preskonferanseke de got.

Kirby herwiha ragihand ku Îsraîl Qesra Spî agahdar kiriye ku operasyona leşkerî ya rojhilata li Refahê "sînordar" e, ne dagirkerîyeke tevahî ye

Wî anî ziman ku Amerîka wê ji nêz ve çavdêrîya tevgerên Îsraîlê bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî dîyar kir ku pêşnîyara agirbestê ya dawî ya Hamasê, ji daxwazên bingehîn yên Îsraîlê dûr e.

Netanyahu got ku zexta leşkerî ya Îsraîlê hewce ye,jibo azadkirina dîlên di destê Hamasê de yên li Gaza.

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha berevanîya girtina derîyê sînor ya Refahê bi Misrê re ber bi Gaza ve, kir.

"Gaveke pir girîng e , jibo têkbirina kanînên leşkerî yên mayî yên Hamasê," Netanyahu got.

Wezîrê berevanîyê yê Îsraîlê jî îro sond xwar ku wê operasyona leşkerî li Refahê "kûrtir" bike, ger di danûstandinên jibo azadkirina dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de pêşketin çênebin.

Wezîr Yoav Gallant roja Sêşemê serdana hêzên Îsraîlî yên li herêma Refahê kir û got heta ku Îsraîl li Refah û heremên din Hamasê "ji holê raneke" wê operasyon bidome.

Lê, wî got ku Îsraîl amade ye ku "tawîzan" bide, da ku dîlan bîne malê.

"Heke ew bijêrk were rakirin, emê operasyonê kûrtir bikin. Ev yek wê li her keremê pêk were - li başûr, li navend û li bakur." Gallant got. "

Karbidestekî paybilind yê Hamasê jî roja Sêşemê got ku şandeke komê jibo danûstandinên agirbesta Gaza diçin Qahîreyê û hişyarî da ku ev wê "şansa dawî" ya Îsraîlê be ku dîlên xwe azad bike.

Jêder: AP, AFP

XS
SM
MD
LG