Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûrgilîyên Êrîşa Ser Îranê Hêdî Hêdî Zêlal Dibin


Dîmenek ji kolaneke Tehranê, ku pankartek ku mûşekên ji nexşeya Îranê têne avêtin, nîşan dide, 19 Nîsan,2024.
Dîmenek ji kolaneke Tehranê, ku pankartek ku mûşekên ji nexşeya Îranê têne avêtin, nîşan dide, 19 Nîsan,2024.

Li gor ragihandina medya Amerîkî û cihanî, Îsraîlê sibeha îro Înê êrîşeke esmanî biriye herema Îsfahan li Îranê û ev êrîşeke tolhildanê bû piştî zêdebûna rageşîya di navbera her du welatan ya bi hefteyan.

Îranê heya niha rasterast dîyar nekiriye ku Îsraîlê ev êrîş pêk anîye û Îsraîlê jî bi fermî berpirsîyarîya êrîşê ranegihandîye, dema ku artêşa wê bersiîva daxwazên şîrovekirinê nade.

Derbarê mezinahîya êrîşa li ser herêma Îsfahanê û asta zîyanan de îdiayên cuda yên berevajî hene.

Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku tevî li Îsfahanê, li çend eyaletan sîstemên berevanîya esmanî hatine xebitandin, piştî agahîyên ku li esmanên wan hereman dron hatine dîtin.

Fermandarê artêşa Îranê General Ebdulrehîm Mûsewî dîyar kir ku ‘gelek tiştên difirîn’ hatine armanc kirin.

"Teqîna sibeha îro li esmanê Îsfehanê, tekildarê xebitandina sîstemên berevanîya esmanî dijî tiştekî gumanbar bû ku nebû sedema ti zarareke," Mûsewî got.

Li gor ragihandina karbidestan, Îranê sîstemên berevanîya esmanî daye xebitandin, bi armanca astengkirina êrîşeke dronî ya ser bingeheke esmanî ya serekî li Îsfahanê. Tê gotin ku ew bingeha mazûvanîya firokeyên şerker yên F-14 Tomcat dike, ku Îranê berîya Şoreşa Îslamî ya 1979’an ji Amerîka kirîne.

Ajansa nûçeyan ya Tasnîm vîdyoyek weşand, ku dibêje ajansê li başûrê rojhilata devera Zerdencan ya Îsfehanê, li nêzî "çîyayê wê yê enerjîya navokî," tomar kiriye.

Di dîmenan de du çeperên cuda yên çekên dijî-mûşek û dronan nîşan didin, dema hûrgulîyên din jî bi taybetmendîyên naskirî yên Navenda Veguherîna Uranyuma Îranê li Îsfahanê re lihev dikin.

Li vê navenda li Îsfahanê, sê reaktorên lêkolînê yên piçûk kar dikin ku Çînê dane Îranê û herwiha hilberîna sotemenîyê û kiryarên di çarçoveya bernameya navokî ya sivîl ya Îranê, li wir têne kirin.

Îsfahan hevdem jibo bernameya navokî ya Îranê heremeke serekî ya pir girîng e, ku navenda zexmkirina Natanz ya di bin erd de jî li wir e, ku gelek caran bûye armanca êrîşên sabotajê yên gumanbar yên Îsraîlê.

Piştî ragihandinên êrîşê, televîzyona dewleta Îranê îro got ku hemû navendên navokî yên li herêmê wekî "bi tevahî ewledar" in.

Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî ya Neteweyên Yekbûyî (IAEA) jî piştî bûyerê got ku " li navendên atomî yên Îranê ti zararek tuneye".

" IAEA banga bo xweragirîya xurt ya ji her kesî re didomîne, û dûbare dike ku di pevçûnên leşkerî de navendên navokî divê bi ti rengî qet nebe armanc ", ajansê got.

Îranê firînên sivîl yên li Tehran û li seranserî herêmên rojava û navendî yên welat bi demkî rawestand ku piştredi nava rojê de jinûve da destpêkirin.

Lê, gelek kompanîyên navneteweyî îro ragihand ku wan firînen xwe yên bo Îran, Îsraîl û tevî Hewlerê herî kêm bo yek rojekî dane sekinandin.

Di heman seatên bûyera li Îranê de, ajansa nûçeyan ya fermî ya Sûrîyê SANA daxuyanîyeke artêşa Sûrî ragihand. Li gor wê daxuyanîyê Îsraîlê êrîşeke mûşekî biriye ser yekîneyeke berevanîya esmanî li başûrê Sûrîyê û zîyanên madî çêbûne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got ku Îsraîlê êrîş biriye ser radareke leşkerî ya hêzên hikûmeta radareke leşkerî ya hêzên hikûmetê, lê dîyar nine ku kuştî û birîndar hene yan na.

Ew herêma Sûrîyê rasterast li rojavayê Îsfahanê ye, 1500 km (930 mîl) dûr e û li rojhilata Îsraîlê ye.

Hevdem li Îraqê jî, ku jimareke komên çekdar ku Îran piştgirî dike hene, rûniştvanên Bexdayê ragihandin ku wan dengên teqînan bihîstine, lê sedem heya niha dîyar nebûye.

Bûyera Înê ya li Îranê herwiha fîkarên ser tûndbûna girjeya li deryayên Rojhilata Navîn zêde kirine, ku serhildêrên Hûsî yên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, êrîşan dibin ser keştîyên li Derya Sor û Kendava Adanê.

Jêder: AP, AFP

XS
SM
MD
LG