Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Navendên Grûpa Çekdar El-Nuceba ya Îraqî li Sûrîyê Dike Armanc


Endamên tevgera El Nujaba, Bexda, Îraq, 8 Cotmeha 2023.
Endamên tevgera El Nujaba, Bexda, Îraq, 8 Cotmeha 2023.

Îsraîlê serê sibê îro Pêncşemê bi êrîşên esmanî li Sûrîyê navendên tevgera çekdar ya El-Nuceba ya Îraqî kiriye armanc, li gor ragihandina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) û komekî alîgirê Îranê.

Sûrîyê jî got ku Îsraîlê avahîyek kiriye armanc, bêyî dîyarkirina nav.

SOHR ragihand ku Îsraîlê li " navendeke çandî" û "navendeke perwerdehîyê" yên tevgera El-Nuceba li herema Seyîda Zeyneb li başûrê Şamê xistine.

Çavderîyê got ku di wan êrîşên Îsraîlê de, 3 endamên El-Nuceba birîndar bûne.

Jêderekî ji tevgera Îraqî, ku nexwest navê xwe eşkere bike piştrast kir ku "navendeke çandî" ya komê di êrîşa Îsraîlê de wêran bûye, lê got ku ti ziyanên canî çênebûne.

"Li Sûrîyê, bingeheke leşkerî ya Nuceba ya diyarkirî tuneye," wî jêderî got.

Wezareta berevanîyê ya Sûrîyê ragihand ku, "îro saet 03:20ê sibehê, dijminê Îsraîlê ji aliyê Girên Golanê ve êrîşeke esmanî li ser avahiyek li gundewarê Şamê kir armanc. "

Di encama êrîşekê mûşekî de hin zarara madî çêbûye, wezaretê got.

Wezareta Sûrî hevdem got ku sîstema berevanîya esmanî jimareke mûşekên Îsraîlê xistine xwarê.

Li gor SOHR, herêma Seyîdeh Zeyneb cihê pîrozgeheke girîng ya Şîayan e, herêma ku komên alîgirên Îranê, Hîzbullaha Lubnanî û artêşa Sûriyê, tê parastin.

Tevgera El-Nuceba beşeke ji hevpeymanîya piştevana Îranê ya li Îraqê ye, ku Washington wê bi gelek êrîşên ser hêzên Amerîkî tawanbar dike.

Îsraîl kêm caran ser êrîşên li ser Sûrîyê daxuyanîyan dide, lê bi berdewamî dibêje ku ewê rê nede dijminê xwe yê mezin Îranê ku hebûna xwe ya li heremê xurt û berfireh bike.

Îranê jiber êrîşeke di 1’ê Nîsanê de Îsraîl tawanbar kir, ku konsulxaneya Tehranê li Şamê wêran kir û heft Pasdarên Şoreşa Îranê hatin kuştin, du ji wan general.

Îsraîl ji destpêka şerê navxweyî li Sûrîyê di 2011’an ve, dijî çeperên artêşê û çekdarên ku Îran piştgirîyê dike li Sûrîyê, bi sedan êrîş pêk anîne.

Lê piştî ku çekdarên Hamasê 7’ê Cotmeha borî êrîş Îsraîlê kirbû û nêî 1200 kes hatbûn kuştin ku piraniya wan sivîl in, di nav de zarok û jin jî hene, herwiha nêzî 253 kes jî weke rehîne bi xwe re birbûn Gazayê ji wê demê ş vir ve Îsraîlê dest bi operasyonên ser Gazayê kirîye, li gor çavkaniyên karbidestên Gazayê ku Hamas kontrola wê dike zêdetirî 34 hezar kes hatine kuştin, piştî wwê demê Îsraîl dîsan êrîşên xwe yên ser grûpên çekdar yên alîgirên Îrannê li Îraq, Sûriyê û Yemenê zêde kirine.

destpê kir ku hîn jî didome.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG