Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çarenivîsa Lêkolera Îsraîlî-Rûsî, ku Îraqê Hatiye Revandin, Çi Ye?


Elizabeth Tsurkov ji Adara 2023'an ve li Îraqê hatiye revandin.
Elizabeth Tsurkov ji Adara 2023'an ve li Îraqê hatiye revandin.

Dema Serokê Amerîkî Joe Biden roja Duşemê li Koşka Sipî ligel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el-Sûdanî kom dibû, komeke xwepêşander li ji derveyî avahîyê protestoyek li dar dixistin.

Wê protestoyê banga azadkirina Elizabeth Tsurkov dikir ku ev bûye bêtirî salekê li Îraqê revandî ye.

Tsurkov welatîya Îsraîl û Rûsyayê ye. Ew xwendekara doktorayê li Zanîngeha Princeton li Amerîkayê ye. Di Adara 2023’an de jibo karê lêkolînê serdana Îraqê kir. Demûdest piştî gihiştina wê bo Bexdayê, Tsurkov ji alîyê hinek çekdaran ve hate revandin.

Paşê koma Şîa ya çekdar Kataîb Hizbullah piştrast kir ku wan xanima 38 salî revandiye. Di Mijdara 2023’an de Kataîb Hizbullah vîdyoyek Tsurkov belav kir, lê ji wê çaxê ve ti nûçe derbarê çarenivîsa wê derneketine.

Xuşka wê, Emma Tsurkov, ji Dengê Amerîka re got ku ew li ser çend astan hewilên xwe dikin da ku bi selametî were berdan.

“Karbidestekî hikûmeta Îraqî ku ligel el-Sûdanî hatiye Washington ji min re got ku wî agahî hene ku Elizabeth sax e, lê wekî din tiştekî fermi derbarê wê tune ye.”

Di hevdîtinekê de ligel hejmareke rojnamevan li Washington, el-Sûdanî roja Sêşemê got ku ew doza Tsurkov dişopînin.

“Ev revandin nayê qebûl kirin û li dijî qanûnê ye. Hikûmeta me tîmeke taybet damezrandîye jibo ku vekolînan derbarê çarenivîsa vê xanimê bizanin û kesên berpirs bigirin,” serokwezîrê Îraqî got.

Lê, xuşka Elizabeth got ku axaftinên el-Sûdanê bê wate ne.

“Jiber ku xuya ye ev tîm nikare tiştekî bike. Serokwezîrê Îraqê bi van axaftinan mikur tê ku hêzên ewlekarîyê yên hikûmeta wî lawaz in. Çawa hikûmetek li welatekî dizane kîjan mîlîşyayê xuşka min revandîye lê nikare azadkirina wê misoger bike?”

Koma Kataîb Hizbullah ji sala 2009’an ve ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê hejmartin.

Di civîna Sûdanî û Biden de, hate ragihandin ku mijara revandina Tsurkov hate gotûbêj kirin, lê ti hûrgilî derbarê tiştê ku hate nîqaşkirin tune ne.

Emma Elizabeth got ku wê bi gelek şêweyan hewil daye ku derbarê çarenivîsa xuşka xwe peywendîyê ligel hikûmeta Îraqê bike, lê heta niha hewildanên wê serketî nebûne.

XS
SM
MD
LG