Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îsraîl di Danûstandinên Qahîreyê de Ti Pêşketinê Nabîne


Artêşa Îsraîlê li Ser Sînorê Gaza - Refah. (Photo by Menahem KAHANA / AFP)
Artêşa Îsraîlê li Ser Sînorê Gaza - Refah. (Photo by Menahem KAHANA / AFP)

Karbidestekî Îsraîlî, ku nasnameya wî ji alîyê Reuters ve nehate eşkerekirin, roja Çarşemê got ku Îsraîl ti nîşaneke pêşketinê di danûstandinên bi navbeynkarîya Misrê ya derbarê agirbesteke bi Hamasê re nabîne.

danûstandinên ku li gor wê lihevhatin çê bibe da ku hin dîlên li Gazayê serbest bêne berdan, Îsraîlê dibîne ku her çende pêketin çênebûne lê dîsan jî ewê şanda xwe ya di asta navîn de bo berdewamiya danûstinadinan li Qahîre bihêle.

Kenala "Qahîre ya Nûçeyan" ku nêzî saziya Îstîxbarata Misrê ye radigihîne ku danûstandinên "Derfeta dawî" ya ji bo gihîştina agirbestê di navbera Îsraîl û Hamasê de li Qahîreyê pêk tên, ku şandên ji Îsraîl, Qeter, Hamas û Amerîka li wir amade ne.

Qahîre News berê ragihandibû ku "lihevhatinek" di navbera hemû aliyan de heye ji bo temamkirina danûstandinên li paytexta Misrê.

Tevî wê yekê kanalê ji zarê çavkaniyekî payebilind ku nav nehatiye eşkerekirin ragihand ku Qahîreyê piştî ketina Îsraîlê ya rojhilatê Refahê hişyariya "Zêdebûna nakokiyan" dabû Îsraîl û tekez kir ku "Misir jibo her şêewe senaryo amde ."

Artêşa Îsraîlî piştrast kir ku wê dest bi operasyona "dijî terorê" li "herêmên taybet" li rojhilatê Refahê kir, di wî çaxî de ku hişyariya valkirin û derketinê dabû bi hezaran malan li wê herêmê.

Amadekariyên Îsraîlê yên bi hefteyan ji bo destpêkirina êrîşeke bejayî ya mezin li ser Refahê, ku bûye sedema xemgînî û fikarên navneteweyî.

Li gorî Netwên Yekbûyî derbarê çarenûsa 1.4 mîlyon Filistîniyên di metirsiyê deye yên ku di nav bajêr de hatine dorpêçkirin û piraniya wan ji deverên din yên li kerta Gaza koçberî Refahê bûne.

Jêder: Reuters/Alhurra

XS
SM
MD
LG