Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Operasyonên li Kampa 'Nûr Şems' Didomîne


Herêmên Filistîniyan - Kenara Rojava
Herêmên Filistîniyan - Kenara Rojava

Çavkaniyên xwecihî îro Şemiyê ragihandin ku hêzên Îsraîlî 4 mal li kampa (Nûr Şems) li Kenara Rojava bombebaran kirin.

Li gor nûçegihana kenalê Al Hurra, xelkê herêmê banga destwerdana bilez kirîye jiber hebûna zarok, jin û nexweşan, herwiha kêmbûna pêdiviyên xwarinê li kampê.

Çavkaniyan diyar kirin ku bombebarankirina malan bi avêtina roketên "Anerga" yên ku li ser milan tên avêtin pêkahtîye, di heman demê de dengê teqînan di wê kampê de ku li rojhilatê parêzgeha Tulkarm li bakurê rojavayê Kenara Rojava ye dihat bihîstin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Israîlî roja Şemiyê ti şîroveyeke bilez derbarê bûyerê neda, lê rojek berê wê gotbû ku ew xebatê dike "ji bo têkbirina terorîzmê li kampa Nûr Şemis".

Herwiha gotbû ku hêzên wê "hejmarek terorîst kuştin, hejmarek ji kesên daxwazkirî jî girtin, mayin hatin rakirin, û lêgerîn li avahiyan pêkanî."

Di vê çarçoveyê de, roja Înî û Şemiyê, hêzên Îsraîlî herî kêm 30 kes ji Kenara Rojava girtin, ku 3 jinên ji Orşelîmê di nav de bûn, lê piştre hatin berdan, piraniya kesên girtî ji kampa Nûr Şems bûn.

Roja Înê, karbidestên Filistînî ragihandin ku 2 kes ji alîyê hêzên Îsraîlî ve li kenara Rojava hatine kuştin, di heman demê de artêşa Îsraîlî ragihand ku wan "hejmarek terorîst" di operasyoneke leşkerî de kuştine.

Ji destpêka sala borî ve, tundûtûjî li seranserê kenara Rojava derketiye, berî ku ew bi şerê li Kerta Gazayê di navbera Îsraîl û Hamasê de xirabtir bibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Ramallahê ragihand ku xortê bi navê Qais Fethi Nasrallah yê 16 salî li kampa penaberan ya Tulkarmê ya li bakurê kenara Rojava bi guleyên artêşa Îsraîlê hat kuştin.

Li gorî çavkaniyên fermî yên Filistînê, piştî êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê, ku ew grûpa çekdar di lîsta terorê de ye û bû sedema destpêkirina şer li gazayê, herî kêm 469 filistînî ji hêla hêzên Îsraîlî yan niştecihan wargehan ve li kenara Rojava hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG