Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Bang li Îsraîlê Dike ku Operasyonên li Gaza Rawestîne


Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani îro Çarşemê bang li Îsraîlê kir ku operasyonên xwe yên li Gaza bisekinîne.

Tajani ji Rojnameya La Stampa re got ku şerê li Gaza bi ‘’êrîşa barbar’’ ya Hamasê gur bûye, lê dîyar kir ku êdî dem hatiye ku li herêmê agibest were ragihandin.

‘’Niha hewcedarî bi agirbestekê heye. Îsraîlê divê wan operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne ku bandoreke mezin li Filîstînîyan dike.’’

Wî ev bang berî civîna wezîrên derve yên G7, ku li Capri ya li Îtalya çêdibe, kir.

Îtalya piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ya li başûrê Îsraîlê piştgirî da kiryarên wê dewletê, lê paşê jiber mirina sîvîlan piştgirîya xwe ya sivik kir.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, îro Çarşemê da zanîn ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 33,899 Filîstînî hatine kuştin.

Ew wezaret eşkere nake ku ji kuştîyan çend şervan in û çend sîvîl in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG