Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de Herî Kêm 5 Polîs li Sîstan-Belûcistanê Hatine Kuştin


Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku milîtanên Sunnî îro Sêşemê êrîşê du otomobîlên polîsan li başûrê rojhilata Îranê kirine û di encamê de herî kêm 5 polîs hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Tasnim got ku êrîş li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê pêk hatiye, ku jimareke polîs li ser rê dema vegera jî erkeke din hatine êrîş kirin.

Koma Ceyş el-Edl berpirsîyarîya êrîşê ragihand. Komê çend roj berê jî li heman herêmê êrîşî du bingehên Nobedarên Şoreşa Îranê kiribû û 11 karmendên ewlehîyê kuştibûn.

Ceyş el-Adl dibêje ku ew jibo mafên kêmanîya etnîkî Belûc ya li Îranê şer dikin.

Koma Sunnî di salên dawî de berpirsiyarîya çend êrîşan dijî hêzên ewlehîyê yên Îranê li Sîstan-Belûcistanê girtîbû ser xwe.

Herema Sîstan-Belûcistanê ku hevsînora Afganistan û Pakistanê ye, demeke dirêj e ku qada pevçûnan e ku navbera hêzên ewlekarî yên Îranê û çekdarên Sunnî û bazirganên madeyên hişbir diqewimin.

Îran jibo qaçaxcîtîya madeyên hişbir rêyeke serekî ya derbazkirinê ye ku ji Afganistanê ber bi welatên Rojava û heremên din ve têne şandin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG