Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qaymeqamê Mexmûrê Dibêje Şervanên PKK'ê ji Kampa Mexmûrê Vekişîn


Şervanên PKKê di enîya şer de li Mexmûrê dijî DAIŞê şer dikin (9/08/2014.)
Şervanên PKKê di enîya şer de li Mexmûrê dijî DAIŞê şer dikin (9/08/2014.)

Qaymeqamê qeza Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Dengê Amerîka re got ku piştî vekişîna şervanên PKKê, leşkerê Îraqê hatin ciyê wan û xalên kontrolê yên li derdora kampê tund kirin.

"Em bi rûniştvanên kampa Mexmûrê re civiyan û lihevahtin çêbû ku kamp bi temamî ji aliyê leşkerê Îraqê ve were kontrol kirin û wan ji hemû pirsgirêkan biparêzin," Mihemed got.


Fermandeyê Navenda Parastina Gel (NPK) îro Pêncşemê got, rêveberê tevgerê gihîştiye wê encamê ku hêzên wê li kampa Mexmûrê erkên xwe temam kirine û biryara vekişînê dane.

Li gorî pêzanînên bi dest Dengê Amerîka ketine, hêza PKKê ku tê texmînkirin ji 35 heta 40 çekdaran pêk tê, ji sala 2014an ve di dema şerê li dijî DAIŞê de li wê deverê bicih bûbûn.

Fliz Budak, Endama Desteya Rêvebir ya Kampa Maxmûr got, piştî vekişîna hêzên PKK’ê êdî "Erka parastina me li ser milê hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ye."

Çavkaniyeke ji Maxmûrê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand, ku sedema vekişîna hêzên PKKê ji Maxmûrê dûrxistina metirsiya êrîşên firokeyên bê firokevan li ser kampê ye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku di demên borî de Tirkîyê berdewam bi behanyeya hebûna şervanên PKKê, kamp bombebaran kirîye û her carê jî sivîl bûne qurban.

Dilşad Anwer_Report.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00
XS
SM
MD
LG