Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şirove Derbarê Kamala Harris Weke Berbijara Cîgira Serokê Amerîka


Kani Xulam
Kani Xulam

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dîyar kir ku wî Senatora California Kamala Harris bo cîgira serok kiriye berbijar.

Senatora Kalîfornîyayê Kamala Harris weke Cîgira Serok tevî berbijarê demokrat bo serokatiya Amerîka Joe Biden hatin ba hev û ewê bikevin di nava liv û tevgera kampeynên hilbijartinan da.

Serok Trump weke reaksyon li hember destnîşan kirina Kamala bo berbijariya Cîgira Serok rexne kir û got, ew di peyvajoya dema ku weke kandîda Demokratan ya serokatiya Amerîka bû, serkeftin bidest nexist û ew dîsan dê endamek serkeftî nebe.

Kani Xulam, rêveberê Tora Peywendiyên Amerîka û Kurdan li DC, di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka hilbijartina Kamala Harris şîrove dike û dibejê "Hilbijartina Kamala Harris wekî cîgira serok dîrokî ye, ew wê bibe yekem jina Afrikiyên Amerîkî û Hindistanî weke cîgira serokê Amerîka eger ku di hilbijartinan da biser keve. Her wiha di hilbijartina wê de bandora tevgera BLM (Jiyana Reşan Giring E) û tevgera jinan wekî #MeToo anko "Ez Jî" dê bibandor be. Partîya Demokrat di hilbijartina 2016anê de biserneket lê dixwaze bi endametîya kesayetên wekî Kamala Harris pişgiriya pirtir xelkê Amerîkî bidest bixin."

Kani Xulam
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:16 0:00


XS
SM
MD
LG