Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nursel Aydogan: Em bi Hêvî ne ku Erdogan Peyamên Erênî Bide


Nursel Aydogan.
Nursel Aydogan.

Partîya Aşitî û Demokrasîyê BDP, di 12 Hezîranê da, bi navê Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê de bi namzedên serbixwe dê dikeve hilbijartina giştî ya Tirkîyeyê. Di vê blokêda li 39 bajaran 61 namzed hatin nîşandan. Leyla Zana, Şerafettîn Elçî, Emîne Ayna, Atlan Tan û Nursel Aydogan namzedên Dîyarbekirê ne.

Nursel Aydogan tekane nemzeda Tirk e ku di Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê de ji Dîyarbekirê hatîye nîşandan. Aydogan jibo gohdarên Dengê Amerîka’yê dibêje ku ew di salên 1970’an de di nav tevgerên şoreşgerîyê de, di partîyên çepgir cîh girtîye, lê piştî demekî şunda têgihîştîye ku pirsgirêka Tirkîyeyê ya herî mezin, pirsgirêka Kurd e ku ev ji destpêka Komarê heta roja me dewam kirîye. Aydogan dibêje “heta ev pirsgirêk çareser nebe, li Tirkîyeyê ne pêkan e ku pêşketin an şoreşek çêbibe.

Nursel Aydogan, namzedîya xwe ji hêla Kurd û Tirkan dide ber hev û dibêje “Ez ne xerîbê vî bajarî me, jiber ku jibo xebatên komeleyan demekî dirêj li vir jîyam. Li gorî min, gelê Kurd, ji nîjadperestîyê gelek dûr e, Kurd gelekî enternasyonal in, di hemêza xwe da dikarin gelek bawerî û netewan bihewînin. Jiber vê yekê ez qet rastî astengî yan nexweşîyan nehatim. Heta bela ku ez Tirk im û jibo çareserkirina pirsa Kurdî dişuxulim, zêdetir ji min hez dikin. Namzedîya min li vir bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin, gelê Dîyarbekirê li min xwedî derket, lê ji alîyê dinê ve, bilî çend heval û dostên min, gelê Tirk naxwazin fêm bikin ku ez çima di bin partîyên Kurdan de bûme namzed. Aydogan destnîşan dike ku heta îro medya di destê partîyên desthilat de weke amûrek hatîye bikar anîn û bi rêya medyayê da îmaja Kurdan her dem xerab hatîye nîşandan. Jiber vê yekê jî di navbeyna Kurd û Tirkan de tu car nêzikatîyekî çênebûye. Aydogan destnîşan dike ku li rojavayê Tirkîyeyê Tirk, Kurdan qebûl nakin. Bela ku Kurdan qebûl nakin, pir zehmet e ku fêm bêkin ka ew çima li vê derê sîyasetê dike.

Namzeda serbixwe ya Dîyarbekirê dibêje ew bi hêvîye ku ev rewş were guhertin. Aydogan wiha dewam dike “ ger pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareser kirin, medya dikare bi awayekî erênî di nav salekî de nêrîn û hizrên gelê tirk bidin guhertin.”

Nursel Aydogan, jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî dibêje “ ger dilê wan hebe, tam jî di vê wextê da dikarin tiştek bikin. Hun dizanin heta 15’ê Hezîranê PKK biryara bêçalaktîyê da. Her wiha bi rêya evûqatên serokê PKK em pê hisîyan ku ev serê heşt mehin, komîsyonk ji alîyê dewletê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk tîne û ev hevdîtin gihîştîne asteke baş. Eger ev hevdîtin bi erênî encam bidin, ez dibêjim dem dema çareserîyê ye.”

Nursel Aydogan balê dide ser amadekarîyên qanûna bingehîn ya nû û dibêje “ piştî 15 Hezîranê, qanûna bingehîn ya ku di dema derbeya leşkerîyê de hatîye çêkirin, dê were nû kirin. Her ku ew dê were guhertin, divê daxwazên Kurdan jî di nav de cîh bigirin.”

Nursel Aydogan dide zanîn ku hikumeta AKP ketîye nav astengîyekî û dixwaze di vê hilbijartinê da 367 parlamenteran derbixe. Aydogan dibêj jibo guhertina qanuna bingehîn pêdivî bi dengê 367 parlametrena heye û ger AKP bigîheje vê hijemarê, ewê hewceyî partîyên dinê nebe û wê demê ewê dikaribe li gorî dilê xwe qanûna bingehîn biguherîne.

Hêjayê bibîrxistinêye ku Serokwezîrê Tirkîyeyê di dema mitingên hilbijartinê de, li bajarên Kurdan rastê protestoyan hat û esnafan derbeyan venekirin. Recep Tayîp Erdogan dîyar kir ku BDP bidarê zorê derbeyan daye girtin. Nursel Aydogan li ser gotinê serokwezir dibêje “ Kes bi zorê nikare dikanan bide girtin. Dema ku cenazeyê 4 serhildayên PKK anîn Dîyarbekirê, li vir tevahîya dikan hatibûn girtin û şin hatibû îlan kirin. Gelê Kurd bi vê bizavê dixwaze nîşan bide ku êdî ji kuştin û pevçunan naxwaze.”

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdogan jibo mitinga hilbijartinê, dê di 1 Hazîranê de tê Dîyarbekirê. Nursel Aydogan destnîşan dike ew li hêvîyê ne ku serokwezîr bi aqilane tevbigere û di derbarê çarserkirina pirsgirêka Kurd da çend peyamên erênî bide. Nursal Aydogan dibêje ger wusa nebe, ew bi fikar in ku piştî 15’ê Hezîranê pengaveke tund ya nû destpê bike.

Aydogan wiha dewam dike “ Ji 2002’an vir ve gelek caran agirbest hat îlan kirin, lê AKP bilî polîtîkaya xapandinê tiştek nekirîye. Li ser vê yekê Kurdan dîyar kirin ku ger mesele çarseser nebe, statuya Kurdan zelal nebe, daxwazên wan neyên bihîstin, êdî tiştek ku ji destê wan bê, dê nemîne. “ Aydogan destnîşan dike ku ger pengava şer û pevçûnê destpê bike, dê tundîyeke zêdetir derkeve holê û ev ne tenê li ser Kurdan dê li ser hemû gelên Tirkîyeyê hikim bike û bibe egera lihevketina tevekî bajar û metropolên Tirkîyeyê. Aydogan wiha dewam dike “Kurd li benda gavên erênî ne. Ger jibo aşitîyê van gavan werin avêtin, ez dibêjim ku ewê şer û pevçûn raweste. Daxwaza me jinan ji aşitîye jiber ku reng û netewa lorikê dayikan yek e.”

Nursel Aydogan, di 1958 da, li navçeya Yenîşehîra Bursayê hatîye dinê. Di sala 1977’an de li Zaningeha Hacettepeyê endazyarîyê xelas kirîye û demekî dirêj karmendîyê kirîye. 1984’an di Sendîkaya Tendirustîyê da dest bi xebatên sendîkayê kirîye û demekî dirêj serokatîya Federsyona Komeleyên Piştigirîyê Malbatên Girtîyan( TUHAD-FED) kirîye. Aydogan di sala 2005’an de, di bin banê Partîya Civaka Demokratîk de dest bi sîyasetê dike. Nursel Aydogan ji Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê namzeda Dîyarbekirê ye.

XS
SM
MD
LG