Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerkuk Behsa Xwenîşandek Kurdan Heye Û Hêzeke Mezin ya Îraqê Hatiye Belav Kirin


Arşîv: Hêzên Leşkereê Îraqê li Kerkuk
Arşîv: Hêzên Leşkereê Îraqê li Kerkuk

Rewşa Kerkûkê hîna ne aram e, îro behsa derketina xwepêşandana Kurdan hebû, hejmareke zêde ya hêzên Iraqî li wî bajarî bi taybet li taxên Kurdan hatine belav kirin.

Ne diyar e ku daxwazên ji bo ji nû ve destpêkirina xwenîşandanan jiber xwe vene yan aliyek siyasî li pişte. YNKe, partiya PDK'ê bi wê yekê sûcadar dike û PDK jî red dike.

Endama Serkirdatiya YNK'ê Hasîbe Ebdullah got "Hêzên Iraqî li Kerkûkê bicih bûne ji ber ku PDK'ê gotegotên xwepêşandanekê li nêzîkî taxa Îmam Qasim belav kiriye. Hêzên Iraqî dê rê li her kombûnê bigirin."

Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, Mesûd Mela Perwêz, red kir ku partiya wan li pişt wan hewldana ye.

"Xwepêşandana roja şemiya borî ya li taxa Rehîmawayê bi awayekî xwebexş bû û encam da. Em ne bi xwepêşandanên navbirî re ne û ji bo Kerkûkê xirab e. Hêz tên bicihkirin û heqaret li Kurdan tê kirin," Mesûd Mela Perwêz got.

Piştî xwepêşandana Kurdan ya li dijî girtina rêya Kerkûk-Hewlêrê di 27ê meha borî de ku hejmarek sivîl hatbûn kuştin û birîndar kirin, ji wê demê heta niha alozî li Kerkuk dom dikin.

Heşdî Şaabî, Wasfî Aa'sî serokê eşîra Obeyd û parlementerekî Iraqê bi girtina rê û gurkirina pirsgirêkan li Kerkûkê tên tohmetbarkirin.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş yên Kerkûkê ji bo kontrolkirina rewşa Kerkûkê, encûmeneke eşîran careke din aktîv kir. Encumen ji 4 Kurd, 4 Ereb û 2 Tirkmenan pêk tê.

Endamê Encumena Kesayetên Civakî ya Kerkûkê Osman Axa Zengana got

"Ereban rê li taxên Kurdan girtine. Rê ne milkê ti kesî ye, nabe were girtin. Kes nikare rêyan li gel bigire û em careke din wê qebûl nakin."

XS
SM
MD
LG